DÛSELDORF- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û qetlîama sivîlên ku piştgiriyê didin berxwedana Bendava Tişrînê, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meşek li dar xistin.
Ciwan li ber Gara Trenê ya Navendî li hev civiyan û piştî kêliya rêzgirtinê dest bi meşê kirin. Li gel pankarta “DEFEND ROJAVA! STAND UP FOR ROJAVA!” “Terorîst Erdogan” ciwanên ku pankartên ku balê dikişînin ser qetlîamên sivîlan û alên YPG, YPJ û QSD’ê her tim dirûşmên “Bijî Berxwedana Tişrîne”, “Bijî Serok APO” vekirin.
Di rêya meşê de, der barê êrîşên li ser qadên jiyanê yên sivîl ên li Rojava û qetlîamên dewleta Tirk de daxuyaniyeke bi zimanê Elmanî hat xwendin.
Meş li Corneliûsplatzê bi dawî bû. Ciwanan li vir bi qîrîna dirûşmeyan çalakiya xwe demek dirêj berdewam kirin.