TIŞRÎNÊ – Berxwedana nobedariyê li dijî êrişên dagirkeriyê û ji bo piştgiriya QSD, di 8’ê Çileyê de dest pê kir.
Îro ji nobetê bendave kete roja xwe ya 26’an. Beriya du rojan gelê Kantona Cizîrê ji bo beşdarî berxwedanê bibin, berî xwe dan bendavê.
Îro gelê Cizîrê bi dirûşme û tilîliyan xatir ji konvoya Hesekê xwest. Nobedarên Hesekê 6 rojan li Tişrînê bûn. Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a faşîst bê navber bombebaran dike, lê gel ji vê yekê bandor nabin. Gelê Hesekê ji di berxwedana dîrokî de cih girt. Her wiha berî ku xelkê Hesekê ji Tişrînê derketin pankartek mezin bi wêneyên şehîdên pêngava nobedaran Tişrînê hildan.