NAVENDA NÛÇEYAN- Amadekariyên çalakiya “Meşa Dirêj” ku her sal ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO tê lidarxistin, bi dawî bûn. Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj bang li ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn kir ku tevlî meşê bibin
Komîteya Amadekar a ku xebatên xwe yên dawî ji bo çalakiya ku wê ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ji çar aliyê Ewropayê li hev bicivîne dimeşîne, vîdeoya bangê ku amade kiribû li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal weşand.
Ji Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj Sara Goyî û Avareşî Pirsûs banga Meşa Dirêj kirin û gotin, “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO em hemû ciwan û dostên Kurd ên li Ewropayê dijîn vedixwînin Meşa Dirêj. Ji bo bersivdayîna pêvajoya ku em tê de dijîn, beşdarbûna Meşa Dirêj girîng e.”
Ciwanên ku wê di 9’ê Sibatê de li Heîlbronnê bi dirûşma “Ji Rêber APO re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” dest bi meşa dirêj bikin.
Ciwan wê di navbera 9’ê Sibatê û 15’ê Sibatê de her roj li bajarên cuda bimeşin. Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê li bajarên Heîlbronn, Ludwigsburg, Stuttgart, Offenburg, Freiburg Im Breisgau dakevin qadan. Piştre jî wê beşdarî Meşa Mezin a 15’ê Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin bibin û dengê ciwanan bînin ziman.