TIŞRÎN – 27. Roja Berxwedana ya Tişrînê bi deng û tîliliyan jinan dest pê kir. Jinên kantona Cizîrê hatin gel hev û bi stranên cûr bi cûr yên şoreşgerî dest bi nobeta xwe kirin. Bi taybetî jin li Tişrînê hêza jiyanê, enerjî û moralê nîşan dide.
Jinan bi strana “Jin Jiyana Azadî” peyam didin dijmin, ku jin li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên ku li dijî hêz, îrade û azadiya jinê ye, heta dawî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî berxwe bidin.