HABER MERKEZİ- Akademiya Zanista Cîvakî nivisand:
Çareseriya herî rasteqînî li Sûriyê pergala demokratîk federal e!- I
“Dema ku aliyên coxrafîk li ber çav werin girtin, wisa xuya ye ku qada Sûriyê li gorî modela pergaleke federatîf ku xwe dispêre pêkhateya pirrengî hê guncavtir e. Pêwîst e têgînên tên bikaranîn zelal bin.
Di vê maneyê de Piştî 8’ê Kanûnê li Sûriyê qonaxeke nû bi pêş ketiye. Di dema rejîma Baas’ê de, rojeva dewlet nêzîkî demokrasiyê kirinê û nîqaşên çareseriyeke dibe ku pêşbikeve, hê cudatir bûn. Niha qonaxeke pir cuda heye, pêvajoyeke lêgera pergaleke nû ye. Lêgera berê ya çareseriyê û daxwazên berê, cihê xwe ji nîqaşên li ser modela siyasî û civakî ya Sûriyeyê û avakirina wê re hiştine. Dema ku rojevên wekî nîqaş, lêgera çareseriyê û lêgera modelên siyasî tên dîyarkirin, pêwîst e destpêkê ev ferq û cudahî were zanîn û bal were kişandin li ser û bi vî şiklî were nîqaşkirin. Ji ber ku hê jî rewşeke wisa heye, wekî rejîm û netewe-dewlet li ser kar be tevdigerin. Ne rast e ku nêzîkatiyeke wisa were çêkirin; wekî ku her tişt çêbûye-çareser bûye, niha jî em heqê xwe bixwazin! Sûriyê li ser sênîka (tebax) zêrînî de pêşkeşî hêzên Îxwanî, cîhadîst û selefî kirine. Her çendî van hêzan, Sûriyê li ser sênîka zêrînî de di hembêza xwe de dîtine jî, pêşketinên li Sûriyê ne di binê kontrola wan de ne. Berewajî dixwazin pêvajoya şoreşa ku gelan bi berxwedanê bi pêş xistine bidizin. Her wiha gel û têkoşîna wê ya berfireh a li Sûriyeyê, wê reng û cewhera xwe bidine modela nû ya siyasî û civakî ya li Sûriyê. Niha li Sûriyê, ji şoreşa destpêkê heya bi îro, qonaxa duyemîn a herî girîng a têkoşînê tê jiyîn.
Ji bo pêkhateya civakî û sîyasî ya Sûriyê, modela rêveberiya siyasî ya herî guncav, modela konfederal demokratîk e ku xwe dispêre yekeyên federatîf. Ji bo Sûriya pirrengî modela herî guncav ev e. Ev model, di demên herî krîtîk û tevlîhev de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêkanîn. Ruxmî hemû êrîşên çete û dewleta Tirk, bûye herêma herî aram û bi îstiqrar. Lewra ev modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi serkeftî jiyanî bûye û hemû rengên li herêmê hene, bûne xwediyê zanebûn demokrasiya civakî, ji bo hemû Sûriyê bibe modela rêvebirinê ya siyasî. Ev paradîgma û zêhniyet, wê bibe pêşenga civaka pirrengî ya Sûriyê.
Ji ber pêkhateya civakî û demografîk, coxrafîk û etnîk, û pêkhateyên olî yên li Sûriyê heyî, lêkolîna li ser tecrûbeyên li cîhanê jî dide hewcekirin. Li cîhanê ceribandinên rêveberiyê yên berfireh ku pirengiyê dihewînin ên ku xwe dispêrin ferq û cudahiyên etnîkî, bawerî û coxrafyayê hatine çêkirin û hê jî tên meşandin. Gelek welat hene ku li wê derê faktora etnîkî û coxrafîk, di nava yekparetiyê de, bi şiklekî federatîf, xweser yan jî wekî sîstemên eyaletê bi pêş ketine. Maneya vê ew e ku modelên rêveberiyê yên federatîf, xweser dikare di asta eyaletan de yan jî di asta rêveberiyên xwecihî de were meşandin. Ev, balkêş in. Pir zêde mimkûn e ku ev tecrûbe, bi feraseta demokratîk konfedere re hev bibîne, modeleke konfederalîzma Sûrî ya xweser û demokratîk were pêşxistin. . Ev model di pêvajoya nû ya Rojhilita Navîn de di asta pêşengiyê de wê bibe mînakek sînerjî û pergalê. Eger em karibin vê modelê bi civaka navneteweyî baş bidin naskirin, dikare bibe alternatîfeke çareseriyê ya cîdi jî. Lazim e projeyeke wisa were pêşkeşkirin. Modela ku em ê li şûna feraseta cîhadîst, îxwanî û selefîst pêşniyar bikin, dibe ku hê balkêştir were. Pratîkên modelên rêveberiyê ku xwe dispêrin şerîatê û sedemên hebûna wan jî, ji bo ku em vê modelê bidin qebûlkirin derfeteke baş e.
Sûda wê heye; tecrûbeyên ku me bi şiklekî kurt vegotine yên li gelek welatan pêş ketine, ji nû ve di berçavan re werin derbas kirin da ku sîstema konfederal sûdmend bibe û wekî modeleke xweser cihê xwe bibîne.
Sîstemen Federatîf (Kanton, Eyalet, Xweserî)
Sîstemên federatîf, şiklên rêveberiyên wisa ne ku dewlet ji aliyê rêveberiyê ve ji yekê zêdetir li yekeyan (federasyon, eyalet, kanton yan jî herêmên cuda) dabeş dibe û ev yeke di asteke diyar de xwediyê xweserî ne. Di van sîsteman de di navbera hikumetê merkezî û rêveberiyên xweser de li hevparvekirina raye û berpirsiyariyê heye. Li hevparvekirina raye û berpirsiyariya di van sîsteman de bi piranî ji aliyê makezagonê ve tê rêkûpêkkirin û hem heqê hikumetê merkezî û hem heqê yekeyên jêrî tên xistin binê ewlehiyê. Ji bo ku federasyon, nasnameyên cuda yên etnîkî, ziman û lehçeyên cuda, cudahiyên olî yan jî herêmî bikaribin li cem hev, bi hev re bijîn tê bikaranîn.
- Modelên Dewletan Ku Xwe Dispêrin Xweseriya Coxrafîk, Sîstemên Federatîf û Eyaletê
Di van modelan de federasyon xwe dispêre herêmên coxrafîk û zêdetir ji rêveberina pêkhateyên etnîkî yan jî çandî, ji rêvebirina yekeyên coxrafîk berpirsiyar e. Rêveberî, bi piranî xwe dispêre eyaletan yan jî bi şiklekî wekhev hatin temsîlkirina herêman. Di van sîsteman de faktorên herêmî yan jî coxrafîk, bingeha yekeyên federatîf pêk tînin. Dibe ku li vê derê ferq û cudahiyên etnîkî nebin pîvana esasî.
DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê)
DYE’ê ji 50 eyaletan pêk hatiye û ji van eyaletan her yek li gorî sînorên coxrafîk hatiye rêkûpêkirin. Ferqûcudahiyeke li gorî esasê etnîkî yan jî bi ziman-lehçeyê re elaqadar tine.
Ji van eyaletan her yek, xwediyê makezagona xwe ye, organa xwe ya qanûnsaz û sîstema xwe ya darizandinê heye.
Hikumeta federal di qadên wekî parastina neteweyî, polîtîkaya ji derve û polîtîkaya pereyan raye ye.
Sîstema federal, ji bo dabeşbûna “coxrafîk” mînakeke bi hêz e, ji ber ku eyaletên heyî di esasê xwe de bi sînorên coxrafîk hatine diyarkirin.
Awûstralya
Awûstralya, modelek rêberiyê ye ku ji 6 eyalet û 2 herêman pêk hatiye. Beşên heyî bi temamî xwe dispêrin sînorên coxrafîk.
Li vê derê jî eyalet polîtîkayên xwe yên tendurustiyê, perwerde û binesaziyê diyar dikin; lê di mijarên polîtîkaya parastinê û ji derve girêdayî hikumeta federal in.
Di esasê wê de dabeşbûna coxrafîk heye û hebûna etnîkî li ber çavan nayê girtin.
Almanya
Almanya federasyonek ku ji 16 eyaletan (Bundeslânder) pêk hatî ye. Sînorên van eyaletan ji aliyê coxrafîk û dîrokî ve hatine diyarkirin.
Di mijarên wekî perwerde, çand û ewlekariya hindurîn de eyalet xwediyê erk û wezîfe ne.
Hikumetê federe, hê zêdetir biryarên di asta neteweyî de digire.
Brezîlya
Brezîlya jî modela rêveberiyeke federatîf a wise ye, ji 26 eyaletan û ji yek herêma federe pêk tê. Her eyalet, di asteke diyar de xwediyê xweserî ye.
- Sîstemên Eyaletan Ên Federatîf, Xweser Ku Xwe Dispêrin Ferq Û Cudahiyên Etnîkî
Di van sîsteman de sînorên yekeyên federal li gorî ferqûcudahiyên etnîkî yan jî çandî tên diyarkirin. Bi piranî ji bo ku civakên ji pir gelan pêk hatine werin birêvebirin tê bikaranîn. Armanc ew e ku grûbên curbicur, derfeta xwe bi rêvebirinê peyda bikin. Ji ber vê yekê, grûbên curbicur, dibin xwediyê wê hêz û berpirsiyariyê ku heqên xwe yên siyasî û çandî biparêzin û li beramberê otorîteya merkezî xwe bi rêve bibin.
Etiyopya
Etiyopya, federasyonek ku xwe dispêre esasên etnîkî ye. Rûxmî vê jî, makezagon wî heqî dide her yekeya federal da ku serxwebûna xwe îlan bike jî.
Ev welat, li neh herêmên etnîkî dabeş bûye (mînak, Tigray, Oromia).
Her herêm ziman, çand û şiklê xwe yê rêveberiyê diparêze.
Lê belê, ev model, ji ber faktorên ji derve, bandorên girêdayî bi hêjmara şêniyan dibe sedema pevçûnên di navbera grûbên etnîkî de û ev jî dibe sedema bê îstiqrariyê.
Belçîka
Belçika dewleteke federal e. Welat ji sê herêmên wekî Flaman ku zimanê fermî Flemenk e, herêma Valon ku zimanê wê yê fermî Fransî ye û ji herêma payitext Bruksel ku her du ziman jî fermî ne, pêk hatiye. Rengîniya zimanên Belçikayê û lihevnekirina wê ya bi vê re eleqadar a polîtîk û çandî, li ser dîrok û sîstema rêvebirina Belçikayê bi bandor bûye.
Heman feraseta rêvebirinê, li cem dewletên wekî Îspanya, Kanada, Îndonezyayê jî heye.
- Modelên Sîsteman Ên Wekî Eyalet, Xweserî Û Federatîf Ku Li Gorî Faktora Etnîkî Û Coxrafîk Xwe Rêkûpêk Kirine
Di sîstemên federatîf ên wisa de, hem faktorên etnîkî û hem jî faktorên coxrafîk tên hesibandin. Gelek welat xwe dispêrin sîstemên eyaletan ên federatîf, xweser ku hem rengîniya etnîkî û hem jî rengîniya coxrafîk digihîne hev. Welatên bi vî şiklî, derfetê diafirînin ku komên cuda yên etnîkî, baweriyên curbicur û herêmên cuda yên coxrafîk bibin xwediyê rêveberiyên xwe.
Swîsre
Swîsre, komareke federal a wisa ye, ji navenda otorîteyên federal ku Bern e û 26 kantonan pêk hatiye. Ji aliyê ziman û çandê ve dikare dabeşî çar herêmên esasî bibe. Herêmên ku bi Almanî, Fransî û Îtalî diaxifin û geliyên ku bi Romenî diaxivin hene. Her herêm bi zimanê xwe, çand û pêkhateya xwe ya siyasî herêma xwe bi rêve dibe. Dîsa li her kantonê ziman, çand û grûbên cuda yên baweriyan hene. Ev ji aliyê dîrokî ve ketine zikhev. Her kantonê, ji bo van, temînata qanûnî, heqê xwe temsîlkirinê û tevlîbê nas kiriye.
Çîn
Çîn, modelên rêngîniyên etnîkî û xweseriya coxrafîk, bi hin herêmên xweser digihîne hev. Tê de 22 eyalet, 5 herêmên xweser, 4 bajarên rasterast tên birêvebirin hene; dîsa Hong Kong û herêma rêveberiya taybet a Makao pêve girêdayî ne. Li herêmên wekî Tîbet û Sîncan, heqê grûbên etnîkî (Tîbetî û Uygurî) heye ku xwe pênase bikin, hikumeta merkezî ya Çînê heqê xweseriyê ji bo wan nas kiriye. Lê bi piranî Çîn wekî dewleteke Unîter a hegemon tê binavkirin.
Hindistan
Hindistan, komareke wisa ye; ji 28 eyaletan û herêmên yekbûyî çêbûye û bi demokrasiya parlementer tê birêvebirin. Hin eyalet xwe dispêrin esasê etnîkî, hin jî xwe dispêrin bingeha coxrafîk.
Hin eyalet ji ber faktora bi ziman re elaqadar çêbûne (mînak, Tamîl Nadu, Punjab) yên din jî xwe dispêrin bingeha coxrafîk. Hikumeta federal bi hêz e û qada serbixwebûnê ya rêveberiyên xwecihî sînordar e.
Kanada
Kanada, ji 10 eyalet û 3 herêman pêk hatiye. Eyaleta Quebec, ji bo xweseriya ku xwe dispêre esasên etnîkî û bi ziman re elaqadar, mînak e.
Quebec, bi şêniya xwe ya bi Fransî diaxive, ji herêmên din ên Kanadayê cuda ye. Ev eyalet, ji aliyê ziman û çandê ve xwediyê xweseriyeke bi quwet e. Eyaletên din jî hê zêdetir bi taybetmendiyên xwe yên coxrafîk û dîrokî şikil girtine.
Rûsya
Rûsya, dabeşî 89 herêmên federal bûye. Di nava van de komarên xweser (mînak Tatarîstan, Çeçenya) û Krayên (herêm) ku xwe dispêrin bingeha coxrafîk hene.
Xweseriya etnîkî hatiye naskirin, lê belê otorîteya merkezî ya Moskowayê pir xurt e. Herêmên xwe dispêrin bingeha coxrafîk bi piranî bi herêmên xweser re hene.”
Wê berdewam bike…