HELEB – Xwendekarên Dibistana Navîn a Şêx Maqsud ya Helebê di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de komploya li dijî Rêber Apo ya ku hê jî tê meşandin şermezar kirin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên şoreşê destpê kir.
Li dû kêliya rêzgirtinê, nirxandinên Rêber Apo yên li ser êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û hemû gelên bindest û çareseriya rawestandina van êrîşan hate guhdarîkirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de ji aliyê endamên Yekîtîya Xwendekarên Welatparêz ên Surîye ve hat dayîn Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan pêk were; Hat diyarkirin ku ew jî weke nifşa pêş a civakê wê bi hesteke mezin a welatparêziyê hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin, jîyanek beyî Rêber Apo qebûl nekin û wê jîyanê wekî jîyana xwe nebînin da ku heta Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad be.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jîyan Nabe” û “Jin Jîyan Azadî” bi dawî bû.