HELEB – Yekîtîya Xwendekarên Welatparêz ya Sûrîyê li Helebê ji bo salvegera komploya 15 Sibatê komxebatek li dar xistin.
Bi pêşengiya Yekîtîya Xwendekarên Welatparêz ya Sûriyê li Helebê ,di hundirê navenda ya xwendekaran de komxebatek di bin banê dirûşmeya “Bi berxwedanîya xwendekaran em ê komploya 15 Sibatê têk bibin” hat li darxistin.
Komxebatek bi tevlîbûna dehan ciwanan deqqeyek rêzgirtina li ser rihê cangoriyên azadiyê ve destpêkir.
Di komxebatê de di derbarê komploya navnetewi ya 15 Sibatê ku Reber Apo dil hat girtin deng hat guhdar kirin. Piştî guhdarkirina deng, Pareznameya Rêber Apo ya pêncemîn bêşa ”LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ” hat xwendin.
Ji alî xwendekaran ve li ser dengê ku hatibûn guhdarkirin û pareznameya pêncemîn de bêşa ku hatîbûn xwendin de nirxandin hatin kirin. Endamên Yekîtîya Xwendekarên Welatparêz ya Sûriyê di nirxandînên xwe de dîyarkirin kû Komploya navnetewî li ser hemû gelê Kurd û gelê cîhanê bandor kir û hê jî bandor dike. Dûrê destnîşan kirin ku heya Rêber Apo azad nebe li ser van axan de û di hemû cîhanê de ne ji wan re ne jî hêzên desthilatdar re wê tu carî aramî tune be.
Komxebat bi moralek mezin û bi dirûşmeyên ”Bijî Serok Apo”, ”Bê Serok Jîyan Nabe” û ”Jin Jîyan Azadî” bi dawî bû.