NAVENDA NÛÇEYAN- MAK’ (Milisên Azadiya Kurdîstanê) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku roja 4’ê Sibatê saet 19.30’an li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî firoşyarê tiryakê yê bi navê Ramazan Aslan bi çekên ferdî çalakiyek li dar xistine û di heman rojê saet 2’an de taxa Şehîtlîkê bi teqemeniya bombebarkirî ya desta çalakiyek li dar xistine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em bang li hemû hêzên azadiyê dikin ku di sala 26’an de li dijî hêzên komploger berxwedanê mezin bikin û di xeta Rêber APO de bi serketinê tacîdar bikin.”
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Milîsên MAK’ê li Amedê bi çek û teqemeniyan li bazirganên narkotîkê xistin.
4’ê Sibatê saet 19:30’î li navçeya Sûrê ya Amedê hêzên me li dijî firoşyarê tiryakê yê bi navê Ramazan Aslan çalakiyek li dar xist. Mala kesên ku tiryak difirotin ciwanan û ew dikişand nav çolên şerê taybet û jiyana qirêj, bi çekên ferdî hate gulebarankirin.
4’ê Sibatê saet di 20.00’an de li taxa Şehîtlîkê ya Amedê hêzên me bi teqemeniya bombebarkirî çalakiyek li dar xistin. Milîsên me bi teqemeniya xwemalî mala kesê ku bi tiryakê gendeliyê li ciwanan dike hedef girtin.
Em bang li hemû milîtanên azadiyê dikin ku di sala 26’an de li dijî hêzên komploger berxwedanê mezin bikin û di xeta Rêber APO de têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin.”