TEBQA- Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê şehîd Ronahî Yekta fermandara Yekîneyên Parastina Jin bi bîr anî.
Îro danê sibê Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê şehîd Ronahî Yekta fermandara Yekîneyên Parastina Jinê yê ku di eniyên berxwedanê yên bendava Tişrînê de şehîd bû, bi bîr anîn.
Di merasîma bîranînê de endamên ciwanan, jinên ciwan, Meclîsa Rêveber, Meclîsa Gel, saziyên sivîl û leşkerî û gelê û Şehbayê amade bûn.
Rêvebera jinên ciwan Gufran El-Sagîr bixêrhatina hemû beşdaran kir, piştre ji bo bîranîna cangoriya şehîdan deqeyek rêz hat girtin.
Ronahî Mihemed li ser jiyan û têkoşîna şehîd Ronahî Yekta got: “Em çiqas bi axivin jî em ê nikaribin mafên şehîdan bidin. Ji bo azadî û rizgarkirina gelan, ji bo wan ji bindestî û koletiyê xilas bikin, canê xwe feda kirin.
Her wiha behsa berxwedana li eniya bendava Tişrînê û asta sekin û îradeya hêzên ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, tevî hemû binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û êrîşên wê yên hovane berxwedaniyekî destane dimeşinin kir.
Piştê axaftinê sînevzyonek li ser jiyan û tekoşîna şehîd Ronahî Yekta hat temaşe kirin, pêxistina mûm û bi dirûşmeya “Bi can, bi xwîn em te re ne ey şehîd.” bîranin bi dawî bû.