TIŞRÎN – Îro tam mehek derbas dibe ku gelê Bakurê Rojhilatê Sûriyê li bendava Tişrînê nobedê digirin.
Dewleta Tirk a faşîst ve her diçe bi awayekî hovane êrîş dike. Ger bendav hilweşe, we bibe krîzek ji bo gelê
Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji lehiyê bigire heta pirsgirêkên elektrîkê. Ji ber vê welatî tim nobedê digirin. Di nav wan de ne gelek jinên ciwan jî cihê xwe digrin. Du jinên ciwan ji Nûçe Ciwan re axivîn û rola jinên ciwan di vê berxwedana dîrokî de nirxandin.
Ciwana xwendekar a bi navê Meryem behsa şehîd Ronîza dike û behsa girîngiya beşdarbûna xwendekar dike:
“Navê min Meryem e û ji Efrînê me. Wek jineke ciwan di Berxwedana Tişrînê de ez hewl didim rola xwe bilîzim.
Ez cara çaremîn têm berxwedana Tişrînê, em ê tu carî dev ji bendava xwe bernedin, ji ber ku bendav ji bo me girîng e.
Bi taybetî jî weke jineke ciwan ez dest ji Tişrînê bernadim, ji ber ku li vir şehîd ketin.
Bi taybetî weke xwendekarekî girîng e ku ez li vir têbikoşim, ji ber ku şehîd Ronîza jî xwendekareke ciwan bû.
Ev ji bo min pir watedar e. Ez bang li hemû jinên ciwan dikim ku werin Tişrînê.”
Jina ciwan a ji Serekniyê Sîdrar bang li jinên ciwan dike ku xwedî li berxwedana dîrokî derkevin:
“Navê min Sîdrar e û ji Serêkaniyê me û rêveberîya ciwanan ê kampa Newrozê me.
Em ji bo piştgiriyê bidin QSD’ê hatin Tişrînê. Weke jinên ciwan, li vir çi pêwîst be emê alîkar dibin.
Em li vir moral û nobete ê bi rêxistin dikin. Em li vir piştgiriya gelê xwe dikin û hev temam dikin.
Ji ber vê em dixwazin her jinek ciwan cihê xwe di nava vê berxwedana dîrokî de bigire.
Werin tevlî Ceng bibin, bendavê xwe biparêzin û piştgiriyê bidin QSD’ê.”