REQA – Yekitiya Jinên Ciwan û Desteya Jinên Ciwan ên kantona Reqayê şehîd Ronahî Yekta ya ku di bersivdana êrişên dagirkeran li Bendava Tişrînê şehîd bûbû de, bi bîr anî.
Yekitiya Jinên Ciwan û Desteya Jinên Ciwan ên kantona Reqayê li hola navenda çandê ya bajêr ji bo bîranîna fermandara YPJˋê şehîd Ronahî Yekta merasîmek li dar xist.
Fermandara YPJˋê Ronahî Yekta (Arşîn Hesen) di 25ˋê Kanûnê de di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dijî Bendava Tişrînê de şehîd bû.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser rihê pakrewanan, li ser têkoşîna şehîd Ronahî Yekta sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.
Dûre Şêwirmenda Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Remgîn Reqa li ser taybetmendên fermandar şehîd Ronahî Yekta, şerkirin û têkoşîna wê ya di oxira parastina gel û welatê xwe de axivî.
Remgîn diyar kir ku şehîd Ronahî Yekta bi lehengiyeke mezin li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê tê koşiya.
Her wiha di dawiyê de koma Hîlala Zêrîn stran pêşkêş kirin û mamû li ber wêneyên şehîd Ronahî û gelek şehîdên din hatin pêxistin.