BEHDÎNAN- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan sala 26’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo, pêvajoya çareseriyê ya ku Rêber Apo dixwaze biafirîne û bûyerên herêmî yên li dora Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin ji Stêrk TV re nirxand. Hevpeyvîna bi Mûrat Karayilan re bi vî rengî ye:
Em dikevin 26’emîn a salvegra komploya navnetewî. Ji geşedanên dawî jî diyar dibe ku îsal wê cuda be. Derbarê vê yekê de hûn çi dibêjin?
Di destpêkê de komploya 15’ê Sibatê ya navnetewî bi tundî şermazer dikim. Ew fedaiyên ku bi dirûşmeya, ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ tevahî di şexsê heval Xalid Oral û Rojbîn Ereb de bibîr tînim. Li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Wan li hember komployê bedena xwe kirin gilokê agir û wisa li hember komployê divê mirov çawa raweste û têkoşîn bimeşîne, rê nîşanî me kirin. Ew sekna wan fedaiyan li hemberî komployê bû çarçoveya têkoşîna dijî komployê. Ev 26 sal in, li ser wî ruhî û wî rêbazî li hember komploya navnetewî têkoşînek heye. Bê guman komploya navnetewî ji aliyê hêzên hegemonîk ku ên dixwazin herêmê ji nû ve dîzayn bikin ve hate pêşxistin. Wan xeta Kurdê azad xeta pêşengtiya Rêber Apo li pêş xwe wek asteng didîtin, ji bo berjewendiyên xwe weke xeter didîtin. Wisa ew komployê meşandin. Bi şêwazê dervayî hiqûqa gerdunî, bi şêwazekî bêbext û bêexlaq Rêber Apo revandin û radestî dewleta Tirk kirin. Li gorî lêkolînên hatî kirin, ev komploya bi pêşengtiya Emerîka de bi beşdarîya 34 dewletan pêk hatiye. Hinekan destek daye, hinek hay jê hebûn, hinekan rê vekiriye û hinek jî aktîf beşdar bûne. Bê guman armanca wan tunekirina xeta Rêber Apo û tevgera azadî bû. Jixwe wan digot di demeke kurt de ev tevger wê tasfiye bibe. Lê di destpêkê de sekna Rêber Apo ya Îmraliyê 26 sal in, tenê ne berxwedanî seknekî dahiyanê û afirîner hat pêşxistin. Wek paradîgmayekî nû li wir afirandî û wisa bersiva komplo hate dayîn. Şehîdên qehreman fedakariyek pir mezin raber kirin. Gerîlayên azadiyê Kurdistan, tevahî gelê me, gelê Kurdistanê ev 26 sal in ji bo azadiya Rêber Apo li dijî komplo têkoşînê didin. Heya niha gelek fedaiyên vî welatî ji bo komplo şermazer bikin, agir berdan canê xwe. Di serî de heval Viyan Soran û tevahî wan hevalan bibîr tînim. Yanî gelê Kurd li dijî komployê têkoşînekê pir biwate biisrar meşand. Li dor Rêber Apo bû xelekek û wisa komplo vala hate derxistin. Komplo îro encam negirt. Lewre xeta Rêber Apo her demekî bêhtir xurt e. hîn zêde mezin bû, fireh bû. Ev jî raber dike ku komplo encam negirtiye. Yanî komplo berdewam e. ev erka jî hîna li pêş me ye.
13 û 15’ê Sibatê di heman demê de salvegera 100’emîn a rabûna tevgera Şêx Seîd e. Sedsal temam dibe. Divê mirov vê jî binirxîne. Jixwe ew jî rastî provakasyonê hat. Wek komplo lê hat, yanî hîn amade nebûn û derketin pêş. Hiştin ku zû wisa destpê bike. Ji wî çaxî heta niha sed sal derbas bû. têkoşîna azadiya gelê Kurd îro hatiye astekî ku li hemberî komployan û li hember hemû provakasyonan bi têkoşîn gihîştiye astekî. Ez bi vê wesîleyê di şexsê Şex Seîd de hemû mirovên ku di serhildanê de şehîd bûne bi rêzdarî û bi mined bibîr tînim. Li hember gelê Kurd di herêma Rojhilata Navîn de neheqiyek mezin pêk hat. Esas komploya mezin li Lozanê pêk hat. Rûxmî gelê Kurd li Rojhilata Navîn gelê herî qedîm bû, xwedî dewr û bend bû, xwedî dîrok bû, rûxmî ku soz dan ku cihê gelê Kurd jî hebe. Lê li Lozanê Kurdistan 4 parçe kirin û înkar kirin. Bi vî rengî bêbextiyek çêbû. Bi awayî komplo pêk hat. Ji wî çaxî heta niha ev têkoşîna azadiya gelê Kurd li hember komployan, li hember êrîşa neyaran li hember siyaseta înkar û tunekirinê li berxwe dide. Vê berxwedan nîşan da ku ev nêzîkatî neheq in, li hemberî gelê Kurd heqeret in. Rastiyekî vî gelî heye. Eger ku rastiyek dîrokî û çandî tunebûya heta niha ewqas siyaseta tunekirinê encam bigirta. Çima encam negirt, jiber ku bingehekê xwe heye. Ji bo vê em hêvî dikin, ev hêzên komploger, bi taybet ev hêzên li ser herêmê serwer û hegemonîk, tim hesabê xwe ser herêmê heye, li dijî siyaseta gelê Kurd dest berdin. Ango vê dest ji vê siyaseta nasnekirin, înkarkirin, tunehesibandin û rêbazê komployê berdin û efûya xwe ji gelê Kurd bixwazin. Ji bo gelê Kurd wek gelê herêmê li ser vê axê azad bijî, pêşî negirin û nebin asteng.
Îsal li Kurdistan û derveyî welat diyar e gelê Kurd wê 15’ê Sibatê bi girseyî şermazer bike. Di heman demê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwaze. Di vê derbarê de hûn dikarin çi bêjin?
Niha 26’emîn salvegera komplo û roja 15’ê Sibatê gelê me wekî rojekî reş pênase dike. Rêber Apo wekî roja qirkirinê şîrove kir. Lewre hem di nav dîrokê de hem dema Şex Seîd hem jî dema Rêber Apo de êrîşên qirkirinê pêş ketin. Niha ji encamê têkoşînê heta niha, Rêber Apo dixwaze îsal ev roja reş bike roja derketineke nû, bike roja pêngava azadiyê. Ango roja reş rojek xweş, rojek spî, rojeke nû ku tê de azadî çêbe. Rêber Apo niha amadekariyek wisa dike. Em bawer in di roja 15’ê Sibatê de di vê çarçoveyê de bi bangekî pêngava ku amade kiriye, destpê bike. Ev mijareke pir girîng e. Yanî gelê me jixwe evqas sale ji bo vê rojê bikin rojeke geş, xweş û azad têkoşînê dimeşîne. Ji bo vê divê îsal bi taybet gelê me li dervayî welat, li hundirê welat hîn zêde beşdarî protestokirina komploya navnetewî bibe. Ji bo ku komplo temamî têk biçe, tune bibe û bi riya azadiyê vebe, Rêber Apo vê rojê dixwaze bike, roja destpêka pêngava nû. Pêngava nû pêngava azadiyê ye, pêngava çareseriyê ye. Divê gelê me vê rojê bihêz beşdar bibe û destê Rêber Apo hîn xurt bike. Me ji çapameniyê bihîst ku wê li Strasbourgê mîtîngeke mezin çêbibe. Her sal gelê me li wir di bin sermayê de dicive û protesto dike. Îsal divê hîn girseyî be. Hem li hundirê welat hem jî li dervayî welat divê em vê 15’ê Sibatê bikin roja lutkeya berxwedanê, bikin roja destpêka têkbirina komploya navnetewî. Bikin roja azadî, roja xwişk-biratiya gelan, azadî û demokrasiyê. Ji ber vê divê herkes 15’ê Sibatê wisa ji rêzê nêz nebe, divê herkes hîn girseyî beşdar bibe û pêşwazî bike ku ji bo ew roj bi rastî bibe destpêka roja nû.
Di daxuyaniyên tevgera we de jî hate diyarkirin ku bijareyên we cuda jî hene. Hûn dikarin van bijareyên cuda vekin?
Berê min jî carek qal kir. Hinek hevalên me yên rêveberiyê qal kirin. Bijareyên me bêguman niha ji her demê zêdetir hene. Çi ne ev? Beriya her tiştî dewleta Tirk ji bo me tesfiye bike û me ji dewrê derxe ew 10 sal in li dijî me şerekî pir berfireh meşand. Di encamê de belkî gelek cih dagir kirin. Me bedel da, lê nikaribûn me tesfiye bikirina. Me sengerên xwe û hêza xwe parast. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de di herêma Rojhilata Navîn de Kurd derketin pêş. Îro destên Kurdan hîn xurt e. Wek destpêk Fîlîstîn û piştre li Lûbnan û Sûriyê wisa hilweşîna BAAS’ê çêbû, ev bi xwe serdemekî nû pêş xist. Di herêmê de tenê ne di Sûriyê de, di tevahî herêmê de serdemekî nû pêş xist. Di vê serdemê nû de diyar e ku dizaynekî nû di rojevê de ye. di vir de bijareyên me wek tevger hîn xurt bûn. Lewre cur be cur stratejî li ser herêmê hene. Alî hene. Em jî aliyekî ne. Em tenê ne rêxistinek yek beşî ne, yan yek welatî ne. Em îro di asta herêmê de rêxistinin. Em rêxistinekî herêmî ne. ji bo vê bijareyên me hîn zêde çêbûn. Yên berê ji me dûr disekînin, îro dixwazin bi me re têkilî çêkin û derfetan çêkin. Yanî wisa di aliyê siyasî, polîtîk û dîplomatîk de derfetên me niha baştir in. Em vê naxwazin wisa pir bi werimînin. Lewre em pala xwe nadin derva. Em pala xwe didin xwe. Lê ev jî derfetek e. Li ser herêmê hêzên ku stratejiyê dimeşînin û têkoşîn dikin, hene. Di vê çarçoveyê de em jî aliyek in. Derfetên polîtîk hîn zêde bûne.
Ev 3-4 salên dawî di warê taktîk de pir guhertin û nûbûn di tevgera me de çêbûn. Yanî taktîk vekirin, pêş ket. Berê şerê me tenê ser erdê bû. Çeper jî me çênedikir. Gerîlayên vê tevgerê, her roj li çiyayekî ne. Wisa şerê me ser erdê bû. Me ev şer xist bin erd, şerê binerd. Bi hewldanên ciwanên Kurd mirovên herî jîr, li Kurdistanê beşdarî tevgera me dibin. Bi hewldana wan hevalan kedeke demdirêj hate dayîn. Di warê teknolojîk de jî pêşveçûnên nû me çêkirin. Yanî dewleta Tirkiyê derfetên NATO’yê ji wan re peyda kiriye, bi teknîka ev bi çek û bêçek wisa xwest hevsengiya şer biguherîne. Ev rast şer de rol jî lîst. Lê me îro li hemberî vê teknîk pêş xist. A niha belafirên keşfê ku çêkiriye, pir pesnê wan kirin, ew hemû bûn çop. Êdî nikare li dijî me bixebitînin. Yek tenê li dijî me dixebitînin, ew jî ji ber bilind difire. Ew tenê dixebite. Ên din ne di dewrê de ne. Encex dikare bifiroşe ew dewletên nizanin. Nexwe wekî çopê de ne. Em niha li hember wê jî di hewldanê de ne û em ê di demeke nêz de li hember wî jî çare pêş bixin û em ê vê çîroka belafirên keşfê yên ku xelkê îmha dike û komkujiyan dike, dawî bikin. Ev ne tiştekî wisa ji rêzê ye. ya din jî teknolojîk derfetê me çêbû ku êdî em jî dur ve li dijmin didin. Lewre dijmin bi balafiran, ji Enqere balafiran dişîne. Em jî ji erdê mesafeyekê sed metre dixwazin pê re şer bikin. Ev hevsengî xera dikir. Niha derfetê me jî heye em ji dur ve lêdin. Ev derfet di destê me de heye. Ne hewce ye ez zêde şîrove bikim. Berê jî em li ser axivîn. Me hem taktîk bi kurahî pêş xistin, hem jî teknîk pêş xist û li ser vî hîmî em gihîştin doktorîna şer a nû. Em bawer dikin doktorîna nû ya şer a ku me bi dest xistî, em ê pê biçin serkeftinê. Ev jî ji bo me derfetek ne ji rêzê ye. Wisa derfetên me hene ku em têkoşînê hîn zêde xurt bikin û wek pêngavekî nû bi ser bixin. Derfetên ku em qal dikin ên wisa hem siyasî hem leşkerî, taktîkî û teknîkî ne.
We di axaftina xwe de jî behs kir. Rêber Apo dixwaze 15’ê Sibatê bike pêngavekî nû. Ev pêngav çi ye û çawa ye? Hûn dikarin bi me re parve bikin?
Baş e, niha berî hemû tiştan gihîştina vê astê jî encamê kedekî ye. Keda Rêber Apo bixwe pir wate daye, me gelek şehîd dan, me gelek berdêl dan. Qehremaniya şehîdên me fedakariya gelê me, astek ava kir. Ji encamê vê astê dewleta Tirkiyê mecbûr ma serî careke din li Rêber Apo bide. Berê jî Rêber Apo wek muxatab nas kiribû. Lê belê tecrîd û îzalasyonek giran ferz kir û xwest her tiştî bide derve. Lê pêşvaçûna ku çêbû careke din zemîn ava kir ku serî li Rêber Apo bide. Rêber Apo jixwe berê de hîna 1993’an vir ve xwedî wê nêrînê ye ku pêwîste yekîtiya gelê Kurd û Tirk çêbibe. Ango hundirê sînorê Mîsaq-î Millî de ji bo yekitiya gelê Kurd û Tirk sala 1919’an tifaqek hebû. Li ser vê tifaqê esas komar ava bû. Lê belê piştî peymana Lozanê, dewleta Tirkiyê lê xwedî derneket. Got ez tenê heme û Kurd înkar kirin. Wisa qonaxa qirkirinê li Kurdistanê ket meriyetê. Niha Rêber Apo jî dibêje, “em divê sererast bikin. Li ser tîfaqê Kurd û Tirk em hene çareserî pêş bixînin.” Dema ku serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di parlementoyê de axivî, got bila Ocalan were parlementoyê û biaxive. Got, bila çek berde û rêxistina xwe fesh bike. Tiştên wisa got. Ev derketineke dewletê bû. Jixwe piştre me fêm kir ku li Îmraliyê hinekî heyetên dewletê çûne hevdîtînê jî. Serokatî dixwaze vê binirxîne. Ev du car in heyeta DEM Partî çû Îmraliyê û hat. Cardin heyetê bi partiyên parlamentoyê re hevdîtin kirin. Di zindanan de serdana hin kesan kirin. Yanî kedeke hêja dan. Di encama van hemûyan de em dibînin di giştî de wisa nêrînekî erênî heye. Yanî gel êdî fêm dike ku divê çareserî pêş bikeve. Yanî wisa tabloyekî erênî diyar dibe. Lê belê desthilat ango hikûmet di vê derheqê de ne xwedî sekneke zelal e. Bi esasî we dît, serokomar Recep Tayîp Erdogan çend caran axivî û got, em li pişt banga Bahçelî ne. Wisa got, lê belê di pratîkê de tam berovajî vê dike. Yanî ne ji bo serdemekê nû pêş bikeve, wekî hatiye gotin aşitî çêbibe, yanî aşitî di navbera Kurd û Tirk de çêbibe di vir de mirov divê vê jî bibîne. Wê çaxê şerekî heye. Berê înkar dikirin. Herkes wisa dibêje. Erdogan bixwe jî dibêje aşitî çêbibe herkes jê îstîfade bike. Baş e, lê divê ziman jî li gorî aştiyê bibe. Kiryar li gorî aştiyê bibin. Lê belê ev giştî berovajî ne. Mesela sînorê Bakurê Kurdistanê ji Cerablûs heta Tebkayê cepheyekî li dijî Kurdan, dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe bikar tîne. Yanî ev belafir ewqas dixebitin. Hemû ji kîsê milet û kedkaran diçe. Li wir şerekî dike, li wir mesele tenê bendava Tişrînê nîne. Seranser eniyek heye û di wê eniyê de şer heye. Cardin Qeyûm, siyaseta Qeyûmê. Êrîşek li ser îradeya vî gelî ye. Tu ji gel re dibêjî em aşitî çêkin û xwe bikin yek. Lê îrade binpê dikî. Her roj operasyonên girtinê çêdibe. Li ser me her roj bomberdûman heye. Êrîş heye. Hêza me û ya wan li gelek cih mesafe 200 metre 300 metre de şer dikin. Her roj em jî diavêjin wan, ew jî diavejin me. Rûxmî ku zivistane jî ev şer nesekinî. Di van aliyan hemû de wisa ji sistbûnê zêdetir geşbûn çêbûye. Ji bo vê mirov dikare vê bêje, AKP’ê hîn biryara xwe nedaye. Siyaseta xwe ya berê ya qirkirinê, kujeriyê û tundiyê berdewam dike.
Tenê dibêje bila PKK çekan berde û wekî din behsa tiştekî din nake…
Ev ne pirsgirêka me ye, ev pirsgirêka wan e. Ew kesên ku bang kirin û gotin bila Ocalan were li parlementoyê biaxive, divê ew hewl bidin ku gav bên avêtin. Yanî diyar e, Devlet Bahçelî bi serê xwe ev bang nekir. Li pişt wî dewlet heye an jî baskekî dewletê heye. Em tam nizanin. Lê belê ne tenê bi serê xwe ye, dewlet e. Herî kêm baskek e. Ew îro li gorî banga xwe tevbigerin, dibêje ku pêşiya pêvajoyê vebe. Nexwe wisa nabe. Tiştê ku niha AKP dike, ne yê aşitiyê ye, yê şer e. Beriya her tiştî mesela divê ziman were guhertin. Civaka Kurd heya niha pir caran hatiye xapandin. Li hemberî siyaseta dewleta Tirkiyê bêbawer e. Beriya her tiştî divê bawerî were dayîn û hîn gavên ku bawerî dide bên avêtin. Yanî ev ziman, ev kiryar, ev hewldan ger neyên guhertin tu pêvajo pêş nakeve. Rayedarên AKP’ê herî dawî carekî din bi riya Omer Çelîk ê ku berdevkê AKP’ê ye axivîn. Hin tişt gotin. Dibêje, bila Ocalan banga çek berdanê bike. Em bêjin bang kir, tenê bi bangkirinê ev kar xilas nabe. Ev tevgerek e, bi deh hezaran hêzê xwe yê çekdarî heye. Ev çekdaran ne çekdarên ku bi pere hatine û mirov maaşê wan qut bike û bêje herin malên xwe. Ev çekdarên îdeolojîk in, bawermend in. Baweriya wan heye û fedaî ne. Ger ku heta ev kesê ku vê îdeolojiyê çêkiriyê ango Rêber Apo bixwe nekeve meriyetê û bi van hevalan re neaxive, tenê bi bangekî video nabe. Berdawam neaxive, dê çawa qanih bibin û çek berdin? Ez jî niha berpirsyarekî vê tevgerê me. Ez bi gerîla re mijûl im û ez jî gerîlayek im. Nabe ez niha bang bikim, bêjim çek berdin. Ez nebêjim jî. Niha îro li Zapê di mesafeyê 200 metre de leşkerên dewleta Tirk û hevalên me li hemberî hev di nava şer de ne. Ez ê çawa ji wan re bêjim çek berdin. Tu mafê ez di xwe de nabînim ku vê bêjim. Yanî pêwîste Rêber Apo bikeve meriyetê. Ez vê jî bêjim; ji bo biryarê çek berdanê hewceyî biryaran heye. Biryara Kongre pêwîste. Mesela divê Kongreya PKK’ê kom bibe û biryarek wisa bigire. Ev hemû Rêber Apo dikare bike. Rêber Apo dikare bang li Kongre bike, Kongre kom bibe û bi Kongreyê re biaxive. Bixwe fîzîkî nikare were jî, divê gelek caran biaxive. We dît fedaî Asya Elî û Rojger Helîn, Herkesê dît. Di dîmenan de hat dîtîn, çawa bi bîr û baweriyek mezin û çawa bi hezkirinekî ku wekî biçe dîlanê çalakiyê dikin. Mirovên wisa, mirovên xwedî seknekî wisa tu nikarî tenê bi bangekî qanih bikî. Yanî di aliyê îdeolojîk û felsefî de girêdanbûn û bawerî heye. Lewma hevalên me, fedayiyên vê tevgerê heya Serok Apo azad nebe, çek naberdin. Her kes dibêje bila tecrîd rabe. Lê ev tenê ne çareserî ye. Divê Rêber Apo azad bibe. Êdî ew qonax hatiye. Yanî divê azad bibe ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve. Ji dervey Rêber Apo kes nikare van hevalan îkna bike ku çek berdin. Destpêkê divê Rêber Apo azad bibe û li cihekî azad, bi rêya teknîkê dibe, rêbazên cuda dibe, heyetan dibe, li ser vê pêvajoyê bisekine. Di bin tecrîda Îmraliyê de ne pêkan e ku tiştek wiha çêbibe. Yanî bangeke sembolîk bê guman hêja ye. Destpêkek e, pir girîng e. Lê piştre jî divê bikeve meriyetê. Mesele, destpêkê agirbestek pêwîst e. Eger tiştek wiha nebe, em ê çawa li vir mijara çekberdanê bixin rojevê. Her roj çek tê bikaranîn û em bi saya çek xwe diparêzin. Divê destpêkê zemîn were avakirin. Wê zemîn çawa were avakirin, bila agirbesteke dualî çêbibe. Piştre jî ziman bêne guhertin. Zimanê aştiyê bikeve meriyetê, xebatên bi îkna bên meşandin. Bawerî çêbibe, hingê bi rastî em ne evîndarê çek in. Em evîndarê azadiyê ne, evîndarê azadî û demokrasiyê, jiyaneke wekhev in. Em ji bo vê jiyana xwe datînin holê. Eger ku evane pêk bên, bê guman hingê çi wateya çek nîne. Lewma divê her kes di vê mijarê de rast nêz bibe. Yanî wisa bi zext û gef xwarinê nabe, bi zimanekî wisa nabe.
Em li pişt Rêber Apo ne û em stratejîk nêz dibin. Em bi taktîk nêz nabin. Ev tiştekî mîna hilbijartinê ye. Ev tiştekî ji bo gelan e, hîn bi qîmettir e, hêjatir e. Ev mijarekî stratejîk e. Ji bo vê divê li Tirkiyeyê bi rastî serok hebe, rêber hebe, lîder hebe. Yê me heye, Rêber Apo ye. Divê li hember jî hebe. Meselê dane holê û çareser bike. Ev mesele ne tenê ya PKK’ê û dewleta Tirk e. Em berdewama Şêx Seîd in. Em berdewama Seyîd Riza ne. Em berdewama Rindêxana Elî Yûnis in…
Ev doz, dozeke sedsalî ye. Jixwe eger mirov Koçgirî nehesibîne, ji ber ku piştî wê çareseriyek çêbû, di meclîsê de li hev hatin. Yanî ji destpêka tevgera Şêx Seîd bihesibîne û heta niha; em tam di sedsaliya wê de ne. Em dixwazin doza sedsalî çareser bikin. Ev jî bi tifaqa Kurd û Tirk dibe. Ev meseleyeke taktîk nîne, stratejîk e. Em di vê astê de nêz dibin. Eger dewleta Tirk jî bi heman rengî nêzî vê pêvajoyê bibe, em bawer in ku wê çareseriyeke mayînde çêbe û wê çaxê wê serdemeke nû li Tirkiyeyê pêş bikeve. Lê ji bo vê divê helwestên heyî bên guhertin. Yanî em di aliyê xwe de zelal in, yên li hemberî me divê xwe zelal bikin. Bila di nava xwe de nîqaş bikin û xwe zelal bikin. Yanî wisa nabe, hem şer pêş bixe û hem jî bêje were aştî pêş bixe. Şer û aştî bi hev re nabe, yan şer yan jî aştî. Divê dewleta Tirk biryar bide.
Wateya pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe ji bo gelê Kurd tê fêmkirin, gelo wateya vê yekê ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn çiye?
Rêber Apo niha li ser formalîsyoneke nû disekine. Yanî ne çareseriyeke klasîk, bi rêbazekî nû li ser hîmê demokratîkbûnê, wekhevî, avakirina civaka demokratîk û têkîliyên civak û dewletê disekine. Demokratîkbûn, avakirina civaka demokratîk, pêşxistina têkîliyên demokratîk, civaka demokratîk û dewlet çawa bi hev re be, yanî li ser vê çarçoveyê disekine. Em hemû hîna hûrgûliyên wê nizanin, ji ber ku wê di daxuyaniyê de vê eşkere bike, lê belê projeyeke nû ye. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo gelên Tirkiyeyê jî demokratîkbûn e û ji bo gelên din jî serdemekî nû ye. Projeya Rêber Apo her kesê di nava xwe de dihewîne û bê guman çîna kedkar esas digire. Lewma weke pêngaveke demokratîkbûnê ye. Ger ev pêngav bi vê çarçoveyê pêş bikeve, wê her kes jê sûd bibîne; gelê Kurd, Tirk û yên herêmê hemû. Dixwaze serdemeke nû pêş bixe. Yanî gelên herêmê êdî ji şer westiyan. Di dîrokê de gelên herêma Rojhilata Navîn bi hev re bi aştiyane jiyan kirine. Yanî nimûneya vê di dîrokê de heye û veşartî ye. Îro mirov serdemî bike û bi hişmendiyeke nû nêz bibe. Eger hurmet nîşanî hevdû bê dayîn, wê stêrka li Tirkiyeyê jî bi biriqe.
Divê hemû derdorên Tirkiyeyê û herêmê, piştgirî bidin vê pêngavê. Divê Elewî, kedkar, CHP û her kes piştgiriyê bidin vê pêngavê. Bila weke temaşevan nemînin. Di vir de berjewendiya her kesê heye. Tê xwestin ku Tirkiye bibe cihekî nû û nûbûnek çêbibe. Em hêvî dikin ku hemû derdor vê fêm bikin û beşdar bibin. Bi gelê Kurd re ev hişyarî heye, mesele me li Amedê dît ku zêdeyî 400 sazî bi hev re daxuyanî dan. Niha jî ji Amedê platformek ji bo hevdîtinan çû Enqereyê. Divê her kes di aliyê xwe de piştevaniyekê bike ku wisa ev pêvajo bi ser bikeve.
Ev 2 meh in şerê Tişrînê dewam dike. Ev meheke jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diçin bendavê û nobetê digirin. Gelo di roja îro de rewş ji aliyê we ve çawa xuya dike?
Em ji derve, li ser çapemeniyê dişopînin. Jixwe hemû tiştê didin çapemeniyê, ev jî rêbazekî baş e. Ez berxwedana li Tişrîn, Qerqozax û Dêr Hafirê tê meşandin, pir hêja dibînim. Ev îradebûna gelan tîne ziman. Li wir gelan gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan li ser hîmê tifaqekê, hêzek ava kirine. Yanî ev îradebûna QSD’ê raber dike. Lewma pir hêja ye. Bê guman ev berxwedan bi berdêl tê meşandin. Destpêkê ez hemû şehîdên vê berxwedana pîroz, bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînim. Ev nêzî mehekê ye gel jî beşdarî vê berxwedanê bûye. Ez hemû gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikim û di şexsê Bavê Teyar de ez hemû şehîdên me yên sivîl jî bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînim. Tişta ku wan li wir raber kirî, pir hêja û bi rûmet e. Berê digotin, ma demê şerê gel ê şoreşgerî ye, wê çawa bibe! Aha ev nimûne. Yanî gelên me yên Kurd, Ereb, Asûr û Suryan modela şerê gel ê şoreşgerî li wir raber kirin. Şervan şer dikin, gel jî bi şervanan re bi çalakiyên xwe piştgirî dide. Şerê gel ê şoreşgerî ev e. Yanî ji gel yên bikarin şer bikin, helbet wê şer bikin, lê belê gel bi rêbazê xwe beşdarî şer dibe. Yanî bi berxwedana sivîl, di warê lojîstîk û her wiha di her warî de beşdar dibe. Bi vî rengî modeleke şerê gel ê şoreşgerî li wir diyar dibe. Lewma bi rastî jî modeleke girîng e, yanî mirov çiqasê teqdîr bike di cih de ye. Mesele ji hunermendan rola Bavê Teyar jî di vê berxwedanê de zêde ye ku keça wê Amara jî niha di bin şert û mercên giran de li girtîgehê li ber xwe dide. Jixwe Bavê Teyar bi daxuyaniyên xwe jî biryardariya xwe raber kir. Her wiha gelek siyasetmedar, hunermend û ciwan beşdarî vê berxwedanê bûn û şehîd bûn. Bi rastî jî şehadetên pir hêja ne.
Gelê me li wir helwestek raber kir. Bi taybet ew hevala jin a ku dibêje, em ji mirinê mezintir in; ev ne gotineke ji rêzê ye. Hevokek pir girîng û dîrokî ye. Diyar dibe ku jidil vê yekê tîne ziman. Yanî eger civakek wiha nêz bibe, wê teqez xwe azad bike. Teqez wê ev berxwedana wan bi ser bikeve. Yanî helwesta gel û şervanan mirov dikare wiha şîrove bike. Beriya vê di 10’ê Çileyê de min bi ANF’ê re hevpeyvîn kir, min di wir de got ku performansa van hêzan ne li gorî ya QSD’ê ye. Em milê leşkerî fêm dikin û çavdêriya me heye. Yanî performansa QSD’ê hîn bilindtir e. Dikare xwe biparêze û erkê xwe pêk bîne, asteke wisa berê di pratîka xwe de îspat kiriye. Lewma me got wê ew têk biçin. Yanî dewleta Tirk bi balafirên şer û keşfê, bi îstixbarat, teknîk, tank û amûrên zirxî, bi beşdarbûna hêzên taybet ên Tirkiyeyê û bi van çeteyên bi navê SMO nikare bi ser bikeve, wê têk biçe. Gotina me îspat bû. Belkû dewleta Tirk fermî qebûl neke, lê belê li Qereqozax, Tişrîn û Dêr Hafirê li hemberî îradeya QSD’ê têk çû. Heqîqet ev e, heqîqeta şer vê raber dike. Wan dixwest wir dagir bikin û Kobanê bixin bin gefeke dorpêçê. Li wir bendav tenê nayê parastin, di esasê xwe de herêm û Kobanê jî tê parastin. Dewleta Tirk bi navê ‘tirba şah Silêman’ û hwd dixwaze wan deran bigire û Kobanê dorpêç bike. Li dijî vê yekê berxwedana şervanên hêja û gelê bi rûmet, pir bi wate û serketî ye û ez wan hemûyan car din pîroz dikim.
Ehmed El Şera îro (4’ê Sibatê) diçe Tirkiyeyê. Bi giştî hûn derbarê têkîliyên di navbera HTŞ’ê û Tirkiyeyê de çi dibêjin?
Niha mirov dikare gelek tişt bêje, lê ne hewce ye. Sûriye li herêmê xwedî ciheke pir girîng e. Niha jî li ser Sûriyeyê hesab hene. Tirkiye Sûriyeyê wek bermahiya Osmanî dibîne, yanî weke ya xwe dibîne. Jixwe gotin Heleb a Tirkan e, beşekî Sûriyeyê ya Mîsaq-i Millî ye. Yanî hesabê dewleta Tirk li ser Sûriyeyê heye. Lê belê Tirkiye ji bo vê hesabê, SMO xiste nava liv û tevgerê. Hikûmeteke demkî ava kirin û wê hikûmetê pala xwe dida Tirkiyeyê. Lê belê baskê Tirkiyeyê bi ser neket, HTŞ çû ser desthilatdariyê. Hêzên navdewletî jî li pişt HTŞ’ê sekinîn, lewma amadekariyên Tirkiyeyê vale çûn. Tirkiyeyê plansaziya xwe jî şaş kir. Çawa? HTŞ’ê berê xwe da Şamê, hêzên Tirkiyeyê jî berê xwe da herêmên rêveberiya xweser. Yanî wan got, em ê rêveberiya xweser hemû dagir bikin. Nekarîn, li Bendava Tişrîn û Qereqozaxê xitimîn. Ev 2 meh in li wir sekinîne, nikarin ber bi pêş ve biçin. Lewma bi esasî planên wan li Sûriyeyê bi ser neketin. Dema dîtin bi ser neketin, yekser xwe avêtin HTŞ’ê, Ehmed El Şera, yanî jixwe bi wan re têkîliyên wan heye, lê hêzên xwe cuda ava kir û bi vî rengî xwest hêzên xwe bi HTŞ’ê re entegre bikin. Tirkiye dixwaze Sûriyeyê weke eyaleteke xwe bigire dest, yanî ji bo vê hewl dide. Li hemberî vê Îsraîl Sûriyeyê ji bo ewlehiya xwe pir girîng dibîne. Jixwe ev proje li ser wê hîmê hatiye erêkirin. Lewma hesabê Îsraîlê jî li ser Sûriyeyê heye. Li aliyê din dewletên Ereb hene, di serî de Siûdî Erebistan. Ji ber ku mesele eger pêlek jî li Sûriyeyê çêbibe, hemû Ereban bandor dike. Yanî eger dewletek li Sûriyeyê ava bibe, wê li ser çi hişmendiyê be, gelo wê li ser hişmendiyeke selefî û cîhadîst be, lewma dewletên Ereb jî dixwazin kontrolê bi dest bixin. Yanî mirov dikare bêje, niha di navbera van hêzan de gengeşiyek heye. Îran jî hebû, lê Îran li wir têk çû. Lê dîsa jî hesabê Îranê jî li ser Sûriyeyê heye, hîn dest jê bernedaye û ez ne bawer im jî wê dest jê berde. Lê niha ev hêzane bi hev re di nava krîzê de ne. Li hemberî vê Ehmet El Şera wê çi bike, ev girîng e. Jixwe her kes niha vî şexsî mereq dike. Berê kadroyekî El-Qaîde bû, li ser hişmendiya Selefî hatibû perwerdekirin. Lê belê ji demekê û wir ve dibêje, min xwe guhertiye. Her kes mereq dike, wê çiqasê xwe biguhere, yan neguhere. Yanî hinek di vî alî de mereq dikin, li aliyê din jî wê çiqasê bibe îradeyek, beriya vê çend rojan xwe wek serok îlan kir, serokê welatekî nabe bi îstixbarata welatê cîran ve girêdayî be. Wê çiqasê vê qebûl bike, yan jî neke. Ehmet El Şera wê çiqasê li gotinên xwe xwedî derkeve, yan dernekeve, li gorî diyar dibe her kes di mereqê de ye, şik û guman hene.
Tirkiye bi vê bangê dixwaze hîmaya xwe hîn xuttir bike. Teqez Tirkiye wê li hemberî QSD û Rêveberiya Xweser a Demokratîk, tifaqekê pê re çêbike. Yanî wê bêje em bi hev re bixebitin, lê di pratîkê de wê çiqasê vê pêk bîne yan pêk neyîne, ew cuda ye. Tirkiye di esasê xwe de dixwaze bi destê HTŞ’ê şerekî li dijî QSD’ê bide destpêkirin û QSD’ê tasfiye bike. Armanca Tirkiyeyê ev e. Şer niha li Sûriyeyê nedaye sekinandin. Mane HTŞ’ê ragihand ku her kes şer bide sekinandin, vaye Tirkiyeyê ne sekinand, SMO ne sekinand, hem ne sekinand û hem jî çûn Şamê gotin em jî bi te re ne. Fesh jî nekirin, mane got xwe fesih bikin. Hêzên SMO hîn jî li gorî xwe tevdigerin, yanî wê di navbera wan de çiqasê nakokî çêbin, yan nebin ev jî ne diyar e. Wê di demek nêz de qedera HTŞ’ê û Ehmed El Şera diyar bibe. Yanî ew xwedî tecrubeyên kêm in. Eger bêjin, em ê bi tena serê xwe bi rêve bibin, wê tengasî bijîn. Yekane çareseriya ez ji wan re dibînim ev e ku bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk re tifaqê çêbikin, meseleyên xwe çareser bikin, bi gelê Ereb, Durzî re têkîliyên xwe baş bikin. Ji ber ku li Sûriyeyê pir netew hene, Xristiyan jî hene. Yanî wê van tiştan çiqasê pêk bîne, pêk neyîne, mirov nikare tiştekî bêje. Lewma min destpêkê got, em nekevin hûrgûliyan. Ji ber ku hûrgûlî wê di demê pêş de hîn zelal bibin.
HTŞ û Ehmed El Şera bi ezmûnekî re rû bi rû ne. Wê di demeke nêz de rewşa wan hîn zelaltir bibe. Eger bi Kurdan, Elewiyan û Durziyan re tifaqa xwe çêbike, eger Sûriyeyeke yekdest û nenavendî bike armanc, wê bikare xwe biparêze. Lê eger na, wek rejîma Baas bixwaze her tiştê di Şamê de bi rêve bibe, wê pirsgirêk derkevin holê. Li gorî rewşa niha encex Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî bikare xwe û yekîtiya xwe biparêze. Ev yek wê di pêşerojê de zelal bibe. Lê belê hewldanên Tirkiyeyê ne ji bo sûdê gelên Sûriyeyê ye, Tirkiye li pey hesabên cuda ye, dixwaze hîmaya xwe çêbike. Kurdan ji bo xwe asteng dibîne û dixwaze wan tasfiye bike. Dewleta Tirk li aliyekê bi diyalogên bi Rêber Apo re dixwaze hinek encaman bi dest bixe, li aliyê din jî bi HTŞ’ê re tifaqê çêdike ji bo ku bi çek û tundiyê encamê bi dest bixe. Jixwe wezîrekî wan ê derve heye, hewl dide bi her welatî re tifaqê li dijî Kurdan çêdike. Yanî ne weke wezîrekî derve tevdigere, weke fermandarekî jendirmeyan tevdigere. Her tim qala kuştinê dike. Lewma dixwazin bi Ehmed El Şera re jî tifaqekê di vî alî de çêbikin. Lê belê ev girîng e ku ev yek wê çiqasê di jiyanê de bikeve meriyetê yan nekeve meriyetê.
Eger di dawî de gotineke we hebe, hûn bixwazin bêjin…
Weke Tevger û gel em ketine qonaxekî nû. Rêber Apo wê 15’ê Sibatê daxuyaniyeke girîng û dîrokî bide. Weke Tevger em ji her îhtimalê re amade ne. Em ji şer re jî amade ne. Em di stratejî û taktîkên xwe yên şer de zelal in. Di vê xisûsê de pirsgirêkên me nînin. Lê belê projeya Rêber Apo hîn zêdetir stratejîk û girîng e, em bi wê projeyê re ne. Lê belê em ji her îhtimalê re jî amade ne. Divê gelê me Rêber Apo bişopîne. Em tevgereke bi tecrube ne. Ji bo em vê qonaxê bikin qonaxeke serketinê, yekîtiya gelan çêbibe, divê her kes bi berpirsyar nêz bibe. Em jî di vî alî de wê berpirsyariya xwe pêk bînin. Li ser vî esasî ez hêvîdar im ku roja 15’ê Sibatê, roja reş bibe roja azadî û demokrasiyê. Li ser wî esasî ez ji her kesê re serketinê dixwazim.