NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li dijî baregeha Bamernê ya artêşa Tirk a dagirker, bi fuzeyê çalakî lidar xist. Di çalakiyê de konternira ku dagirkeran ji bo isterehetê bi kar dianîn, hate hedefgirtin.
Di daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo da, ev tişt hatin diyarkirin:
“6’ê Sibata 2025’an di saet 17.00’an de li Başûrê Kurdistanê li dijî baregeha Bamernê ya artêşa Tirk a dagirker, bi fuzeyê çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de konteynira ku leşkerên dagirker bi armanca isterehetê bi kar dianîn, hate hedefgirtin. Lê belê derbarê mirî û birîndarên dagirkeran de agahiyên şênber nehatin bidestxistin.
Ev çalakî ji bo bersivdayîna komkujiyên nemerdane yên ku di demên dawî de li Kurdistanê li dijî welatiyên bêguneh hatine kirin, hate lidarxistin.”