AMED – Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi şîara “Ji Aştiyê re Azadî” mîtîngek hat lidarxistin.
Di mîtînga “Ji Aştiyê re Azadî” ku ciwan, jin û bi hezaran kes herikîn Qada Îstasyonê ya ku mîtîng lê hat lidarxistin, hat xwestin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Bi hezaran welatî li noqteyên cuda li hev civiyan û bi dirûşme û pankartên cuda heta qada mîtîngê meşiyan. Bi sedan welatiyên ji gelek bajarên Kurdistanê li qada mîtîngê li hev civiyan û beşdarî mîtîngê bûn.
Jin li ber Ofîz AZC ya navçeya Yenîşehîrê li hev civiyan û bi pankartên “Jin, jiyan, azadî” û bi alan ber bi qadê ve meşiyan. Dayikên Aştiyê jî bi laçikên xwe yên spî tevlî meşê bûn. Jinên zanîngehê jî pankarta “Heta Serok azad ne be, aşitî şaşitî ye” vekirin û timî dirûşmên “Bê Serok Jîyan nabe” avêtîn.
Her wiha pankartên “Ji bo siberoja azad çareseriya demokratîk”, “Riya çareseriya demokratîk azadî ye”, “Wêrekî ji bo çareseriyê, ked ji bo azadiyê” hatin vekirin.
Li qadê de bi çoş û moralek mezin sloganên “Bijî Serok Apo”, “Jin jîyan azadî”, “Bi can bixwîn em bi te re ne ey Serok!” bilind dibin.