REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûrîye, sersaxî ji malbata şehîd Birûsk ku yek ji şervanên Hêzên Komandos e, kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Komandoyên QSD’ê Elaa Nûredîn Sadiq (Birûsk) ku di 27’ê Çile de li bendava Tişrînê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ku ji bo sersaxiyê ji malbatên şehîdan re çûbûn serlêdana malbatan, dîyar kirin ku yên her tim ji bo parastina ax û nasnameya xwe têdikoşin re; şervanên berxwedaneke destanî bûn û ji bo vê berxwedanê canê xwe feda kirin re hertim minedar bin. û gotin em ê bi bîranîn û têkoşîna şehîdên xwedî derkevin.
Xizmên malbatên şehîdan di axaftina xwe ya sersaxiyê de tekez kirin ku hemû gelên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dijîn, çi Kurd, Ereb, Ermenî û Suryanî be, ji bo têkoşînê û şopandina şehîdên xwe amade ne.
Di serdana sersaxiyê de timî bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.