NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya amadekar a Meşa Dirêj a ku wê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re Çareserî” di navbera 10-14’ê Sibatê de pêk were, daxuyaniyeke nû parve kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê ji çar aliyê Ewropayê ciwanên Kurd û enternasyonalîst beşdarî çalakiya ku wê di 10’ê Sibatê de dest pê bike, bibin. Her wiha hate destnîşankirin ku Rêber APO sembola hêviyên azadiyê yên gelan e.
Komîteya Amadekar di daxuyaniya xwe de dan nîşankirin ku têkoşîna bi pêşengiya ciwanan tecrîda mutleq a li Îmraliyê gihandiye asta şikandinê. Hat destnîşankirin ku armanca meşê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye.
Komîteyê bal kişand ser detayên Meşa Dirêj jî û diyar kir ku amadekariyên meşê bi dawî bûne. Bang li ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn kir ku bi ruhê seferberiyê beşdarî vê çalakiyê bibin.
Daxuyaniya Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Jİ Rêber APO re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî, ji bo Meşa Dirêj a 10’ê Sibatê li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê destpê bike, çend saet man. Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ji çar aliyê Ewropayê wê sibê li Heîlbronnê li hev bicivin.
Têkoşîna li ser bingeha Tevgera Azadiyê di pêşengiya ciwanan de encamên cidî bi dest xist û hat asteke ku dikare tecrîda mutleq a li Îmraliyê bişkîne. Bêguman armanca rastî ya ciwanan azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye.
Weke ciwan em ê bi meşa azadiya Rêber APO re bibin yek û çalakiya xwe bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO tacîdar bikin.
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an bi berxwedana Îmraliyê ya dîrokî ya Rêber APO hat pûçkirin. Rêber APO bûye sembola hêviyên azadiyê. Em ê ciwan bi hişmendiya ku azadiya Kurdistanê bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye bimeşin. Em ê çalakiya xwe bi ruhê hevgirtina bi rastiya Rêbertî û hevdîtina bi Kurdistana azad re pêk bînin.
Weke Komîteya Amadekar me hemû amadekariyên Meşa Dirêj temam kirin. Em bang li ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiya me ya Meşa Dirêj bibin.”
Hûrguliyên riya Meşa Dirêj wiha ne:
09.02.2025 / 10:00 – Civîn – Landturmstrasse 4, 74080 Heilbronn
10.02.2025 / 08:00 – Roja 1 – Heilbronn HBF
11.02.2025 / 08:00 – Roja 2 – Ludwigsburg HBF
12.02.2025 / 08:00 – Roja 3 – Stuttgart HBF
13.02.2025 / 08:00 – Roja 4 – Offenburg HBF
14.02.2025 / 08:00 – Roja 5 – Golf Dietenbach Park Freiburg
Agahiyên Têkilî:
Email:[email protected]
Instagram: @mesa.direj2025
Telegram:@mesadirej2025