NAVENDA NUÇEYAN – Nivîsgeha Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk têkildarî binpêkirinên li dijî jinan ku li herêmên di bin kontrola Desthilata Şamê de têne kirin, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêş avahiya Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hat dayîn û ji hêla rêvebera Jinên Ciwan Bêrîtan Roj ve bi beşdariya endamên Nivîsgeha Jinên Ciwan ve xwendin.
DIGEL REJÎMÊN ÇEWSÎNER ÎSTÎSMARKIRINA JINAN
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku digel dewleta kapîtalîst de jin di îstîsmarkirin û binpêkirinan re derbas dibin, her wiha ji aliyên cinsî, civakî û aborî ve tên îstîsmarkirin û bedena wê weke kel û peleke ji bo qezencê tê dîn. Ev îstîsmar di gelek pêkanînên bêexlaqî yên li ser jinan tên ferzkirin de cih digire û dibe sedema binpêkirinên giran ên mafên wan.
NIJADPERESTIYA ÇÎNÎ Û CIVAKÎ YA LI DIJÎ JINAN
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ji ber pergala civakî û aborî ku li ser hesabê mafên jinan berjewendiyên xwe yên aborî pêk tînin, jin tên îstîsmarkirin. Ji ber wê jin rastî nijadperestiya çînî û civakî tên û ev jî binpêkirinên li dijî maf û azadiyên wan zêde dikin.
DI SERDEMA REJÎMA BAASˋÊ DE QEYD Û BENDÊN LI DIJÎ JINÊN CIWAN
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serdema rejîma Esed de jinan li hember qeyd û bendên civakî û siyasî astengî dikişandin. Beşdariya jinan di aliyên siyasî û civakî de pir kêm bû, ji ber ku îdeolojiya Baasˋê rê nedida wan.
JINÊN CIWAN SERKÊŞIYA GUHERTINÊ DIKIN
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin şoreşa jinên ciwan di dîroka têkoşîna jinan li Rojhilata Navîn de pêşengtiyeke mezin kir, her wiha di xebatên siyasî, leşkerî û çandî de pêşengtî kirin û xwe îsbat kir ku dikarin rêvebertiyê bikin û siberojeke nû li ser bingeha edalet û wekheviyê ava bikin.
PIŞTÎ HILWEŞÎNA REJÎMA BAASˋÊ BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024ˋan de Sûriye derbasî qonaxeke veguhêz a dijwar bû. li dijî jinên ciwan, bi taybet jinên Elewî gelek binpêkirinên mîna girtin, êşkence hatin kirin. Ji ber ên ku piştî hilweşîna rejîma Baasˋê
FERZKIRINA LIXWEKIRINA LAÇIKAN
Jinên ciwan di daxuyaniya xwe de got ew biryara ferzkirina lixwekirina laçikê red dikin, ji ber ku divê ew hilbijartineke şexsî be û nekeve bin zextên civakî yan jî qanûnî.
BANGÊN WEKHEVÎ Û RÊZGIRTINÊ
Jinên ciwan di dawiya daxuyaniya xwe de banga rêzgirtina li hember azadiyên olî û çandî kir, her wiha got divê jin beşdarî cihê biryardayînê bin. Ji ber ku rêya wekheviyê ji rêzgirtinê her kesekî/ê re pêk tê ku bi awayekî serbest biryarên xwe bide. Li kêlek wê jî jinên ciwan got bêyî beşdariya wan a aktîv di tevahî aliyên jiyana siyasî, civakî û aborî de ne pêkan e Sûriyeyeke demokratîk û aram ava bibe.