QAMIŞLO- Qampa ku di bin silogana “Emê Roja Reş Bi Şewqa Rêber APO Ve Ronî Bikin” de hat lidarxistin, bi tevlîbûna 15 jinên ciwanên Kurd û Erep ve pêkhat. Berî ku kamp despê bike jinên ciwan pankarta xwe amade kirin. Roja yekemîn ya qampê de dahûrandinên Rêber APO yên di derbarê komploya navnetewî de hate xwendin û piştî xwendinê hemû jinên ciwan name ji bo Serokatî nivîsandin.
Jinekî ciwan ya binavê Sîdra di nameya xwe de wşha got: ‘Serokê min, azadiya fîzîkî ji bo te te wateya azadiya fikrî ji bo me!’
Roja duyemîn ya kampê jî bi temaşekirina sînevîzyonê ve despê kir û piştî sînevîzyonê semînerek li ser bîranîn û kesayeta Rêber APO de hate dayîn. Jinên ciwanên ku tevlî kampê bûn wiha gotin:
“Ev kêliya ku em herî zêde hîs dikin ku dîtina Rêber APO nêz e. Emê bi tekoşîna xwe ve bêhtir nêzî Rêber APO bibin û Roja Reş bikin roja azadiyê.”