LÛDWÎGSBURG – Meşa Dirêj a ku duh di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” dest pê kir, li bajarê Ludwîgsbûrg ê Elmanyayê tevî barana zêde di roja xwe ya duyemîn de bi coşeke mezin didome.
Meşa “Azadî ji Rêber APO re, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku ji gelek welatên cîhanê bi taybetî Elmanya, Fransa, Belçîka, Swîsre, Îspanya û ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, ji 10-15’ê Sibatê li Ludwigsburgê piştî qonaxa Heîlbronnê di roja xwe ya duyemîn de didome.,
Provokasyona Polîsan
Di saet 09:00’an de li Ludwigsburg Bahnhofê kom bûn, bêyî barana zêde, ciwanên enternasyonalîst û Kurdistanî bi pankarta “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin”, Em Ji bo Azadiyê Dimeşin” meş pêk anîn. Provokasyonên polîsên Elman ku ji kombûna yekemîn heta roja destpêkirina meşê bi hincetên cuda hewl dan meşê asteng bikin û barana baranê jî nekarî meş bê betalkirin. Polîsên ku gelek caran bi dirûşmeyên ku dihatin gotin hincet xwestin êrîşî girseyê bikin, li hemberî berxwedana ciwanan paşve gav avêtin û meş bi daxuyaniya çapemeniyê ya rojane ya komîteya amadekar dest pê kir.
Em ê bi berxwedanê her êrîşê bişkînin
Komîteya Amadekar beriya meşê daxuyaniyeke kurt da û got, “Tevî helwesta faşîst û êrîşkariya polîsên Elman, em ê bi şêwaz û dîsîplîneke APOGERÎ meşa xwe bidomînin û bi biryardarî û baweriya xwe ya bi meşê re bêyî ku destûrê bidin provokasyonan em ê di 15’ê Sibatê de li Strasboûrgê bin. Em ê îsal bikin sala azadiya Rêber APO. Em ê li hemberî her helwesteke neyînî ya li hemberî vê meşa ku me bi vê armancê dest pê kir, helwesta me ya zelal û bi biryar berdewam bike.”
Piştî daxuyaniyê kortejê dest bi meşê kir. Di meşa îro ya ji Lûdwîgsbûrgê heta Stuttgartê de wê 20 kîlometre meş bê kirin.