DIRBESIYÊ- Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO de, Yekîtiya Jinên Ciwan duh êvarê li bajarê Dirbesiyê meşek meşaleyî li dar xist.
Jinên ciwan li ber navenda Yekîtiya Jinên Ciwan li hev civiyan û alên YJC, wêneyên Rêber APO, meşale û pankarta ku ser de “Bi Têkoşîna Jinên Ciwan em ê Dîwarên Îmraliyê Bişkînin bi Rêber APO re azad bijîn” hatiye nîvisin hilgirtin.
Piştî meşê ku gelek caran dirûşmeyên azadiya fîzîkî ya Rêber APO û şermezarkirina komployê hatin qîrîn, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan axaftin hatin kirin.
Di axaftinê de soza berdewamkirin û mezinkrina berxwedan û têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate dayîn.
Meş bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.