WAN – Piştî cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat dayîn, gel tevî hewaya sar jî li ber şaredariyê li dijî desteserkirina îradeyê nobeda xwe didomîne.
Piştî ku 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birî, gel bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin îradeya wan bê desteserkirin û li ber şaredariyê dest bi çalakiya nobedê kirin.
3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dildarî hewl daye alîkariya rêxistinê kiriye” hatibû birîn ji aliyê welatiyên bajêr ve rastî bertekên mezin hat. Ji dema ku biryar hat ragihandin, kesên hatin şaredariyê li dijî gefa tayînkirina qeyûmê bi stran û govendê nobedê digirin. Ciwan û bi hezaran kes li ber şaredariyê li hev civiyan û bi dirûşmeyan vîna xwe îfade kirin.
Ciwan hem li ber şaredariyê hem jî li taxên xwe çalakiyan li dar dixin. Ciwanên ku duh bi şev li dora agirê ku li ber avahiya şaredariyê hat pêxistin govend gerandin û bi stranên ku weke yekpare gotin xwe germ kirin, diyar kirin ku xeyala dijmin a îpotekkirina vîna gel wê li Wanê ti carî ne pêkan be.
Tevî hemû destwerdanên êrîşkar ên dewlet û polîsên Tirk çalakiya nobedê ya li ber şaredariyê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Berxwedan berxwedan, bi berxwedan serkeftin”, “Abdullah Zeydan, Neslihan Şedal rûmeta me ne” dewam dike.