STUTTGART – Meşa Dirêj a ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Çareserî” di 10’ê Sibatê de start da, di roja sêyemîn de li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê di bin barana zêde de bi coşeke mezin dest pê kir.
Meşa “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” a 21 km Stuttgart-Böblingen di navbera 10-15’ê Sibatê de bi tevlêbûna ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn û ciwanên navneteweyî yên ji gelek welatên cîhanê destpê kir. Weke rojên borî korteja meşê bêyî barana zêde di saetên sibehê de li hev kom bû. Piştî ravekirin û belavokên têkildarî dîroka meşê û girîngiya wê ya îsal, meşa ber bi navenda bajarê Stûttgartê ve dest pê kir.
Eleqeya zêde ji Antîfaşîstan
Ciwanên ku ber bi navenda bajarê Stûttgartê ve meşiyan, ji aliyê endamên tevgerên xweser û neteweyî yên antî-faşîst, sosyalîst, komunîst û şoreşger ên ku li dijî zêdebûna faşîzm, li dijî koçberiyê û hişmendiya rastgir a di demên dawî de berxwedaneke bênavber dane destpêkirin, hatin pêşwazîkirin. Li ser hev perspektîfên têkoşînê hatin nîqaşkirin, tecrubeyên şoreşgerên Kurd ên li ser rê û rêbazên derketina ji vê tarîtiya faşîst hatin parvekirin. Ciwanan piştî plansaziya eniyeke hevpar a li dijî faşîzmê û xebatên kolektîf ên bênavber ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, ji cihê ku lê sekinîn bi dirûşme û tilîliyan meşa xwe berdewam kirin.