STUTTGART –“Meşa Dirêj” ku di saetên serê sibê de li navenda bajarê Stûttgartê dest pê kir, tevî êrîş û provokasyonên polîsan ên dubare di roja sêyemîn de bi serketî bi dawî bû.
Di roja sêyemîn a meşa ku dê ji Elmanyayê dest pê bike û heta Strasboûrgê bidome, di navbera Stuttgart û Böblingenê de bi qasî 21 km meşiyan. Di saetên serê sibê de polîsan sînyala êrîş û provokasyonê dan û li ber deriyê qereqola Böblingen dor li berxwedêran girtin. Polîsan bi hinceta dirûşma “Bijî PKK” xwestin ciwanên ku di nava girseyê de dirûşm berz dikirin binçav bikin û êrîşî wan bikin. Ciwanên ku li hemberî polîsan pozîsyona xweparastinê girtin, gelek caran bê navber dirûşmeyên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”, “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Ciwanan” berz kirin. Piştî astengkirinê komîteya “Stûttgart RiseUp4Rojava” (Ji bo Rojava rabin ser piyan) pankarta vekirin û bi pankarta “Piştgiriyê bidin Rojava” gel pêşwazî kirin. Piştî daxuyaniyên li vir ên li ser girîngiya têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî, girseyê meşê berdewam kir.
Hewldana êrîşa duyemîn a polîsan
Girseya ku astengî û êrîşa polîsan şikandin, di encama berxwedana ku nîşan da meşa xwe berdewam kir. Ciwanan piştî 4 kîlometreyan meşiyan, dîsa li hemberî polîsan dest bi berxwedanê kirin. Ciwanên ku bi qasî 2 kîlometre beriya rêzê dîsa hatin astengkirin, li hemberî polîsên ku xwestin wan bigirin, zincir danîn. Li ser astengkirina polîsan a di bin baranê de berdewam dike, ciwanan tren dagir kirin. Girseya ku piştî dagirkeriyê gav paş de avêt, bi dirûşme û tilîliyan gihişt ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Boblingen.
Bernameya îro wê piştî perwerdeya “Zindî û Jineolojî” ya Jinên Ciwan bi dawî bibe.