NAVENDA NÛÇEYAN- YCWK’ê ragihand ku bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO, di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re Azad re bibin ” şeva 11’ê Sibatê li navçeya Artemêtan a Wanê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xist.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Yekîneyên me bi molotof û fîşekên hewayî wesayîtên dagirkeran hedef girtin û nehiştin dagirker bikevin taxan. Em komploya hovane ya li ser Rêberê xwe şermezar dikin û bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dora Rêber APO bibin yek.”