OFFENBÛRG – “Meşa dirêj a ciwanan” ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO Re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” hat destpêkirin kete roja xwe ya çaremîn.
Ciwanên ku duh di bin baran û zextê polîsan de qonaxa Stuttgart-Böbligen bi serkeftî bi dawî kirin, sibehê saet di 08:00 de li ber gara trenê ya Offenburgê li hev civiyan û rêya 19 km ber bi navenda bajarê Offenburgê ve dest pê kirin.
Ev qonaxa meşê ji aliyê ciwanên Enternasyonalîst ve hat girtin û rêya îro wê bi korteja navneteweyî dewam bike. Mîna rojên berê, provakasyonên polîs û faşîst îro jî eşkere bûn. Çalakvanan ji ber ku polîsan ciwanek xistibû, girseyê dest bi çalakiya bêîteatiya sivîl kir. Li ser banga polîsan a ji bo berdewamkirina meşê, ciwanan biryar dan ku heta çalakgerê neyê binçavkirîn wê meşê berdewam bikin. Bendewarî û berxwedana ciwanan bi dirûşme, çepik û govendê dewam kir. Piştî ku polîsan paşde gav avêtin, meşê dîsa dest pê kir.
Ciwanan bang li meşa Strasboûrgê kirin û têkildarî 26 salan û dîlgirtina fîzîkî ya Rêber APO agahî dan gelê herêmê. Meşa ku tê plankirin danê êvarê saet di 17:00 de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ya Lahrê bi dawî bibe.