NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star bi sernavê “Têkoşîna dîrokî ya li dijî komployê wê Rêber Apo azad bike, komplo pûç bike û di sala 27’an de serketinê bîne.” daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi sernavê “Têkoşîna dîrokî ya sala 27’an a li dijî komploya navneteweyî wê Rêber Apo azad bike, komployê têk bibe û serketinê pêk bîne” daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Berxwedana dîrokî ya Rêber Apo a li dijî hêzên komploger 26 salên xwe temam dike. Di serî de di salvegera 26’emîn ya komploya navneteweyî de tevahiya fedaiyên mezin ku xwe li dora Rêber Apo kirin xelekek ji agir û bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin’ li pêşiya hêzên komploger sekînin bibîr tînin, soza bicîhanîna xeyalên wan didin.
Faşîzma mêr-dewlet, hêzên mêtînger-qirker bi vê komployê re rûyê xwe yê herî kirêt nîşanê gelan dan. Di vê bingehê de em careke din tevahiya hêzên komploger ên ku hêviya gelan Rêber Apo bi bêbextiyeke mezin, bi komployeke navneteweyî kirin armanc lanet dikin. Rêberê Mirovahiyê Rêber Apo ku li hember tevahiya hêzên komploger bi îradeyeke bêhempa, têkoşîneke muhteşem raber kir, silav dikin. Mirovê azad, têkoşerê heqîqetê Rêber Apo ev 26 sal e li hember hêzên komploger, her wiha feraset û aqlê mêr-dewletê têkoşîneke bê eman dimeşîne. Bi esasî hêzên komploger di şexsê Rêber Apo de xwestin gelê Kurd qir bikin, vîna azad tine bikin, bi taybetî jî hêviya azadiyê ya jinan ji holê rabikin. Lewma Rêber Apo ji bo 15’ê Sibatê got ‘Roja Qirkirina Kurdan e’. Lê ev 26 sal e li dijî pergala qirkirin û êşkenceyê di pêşengtiya Rêber Apo de gelê Kurd û gelên azadîxwaz, bênavber di nava berxwedanê de ne. Bi ronahiya fedaiyên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ ev berxwedan û têkoşîna gelê Kurd di pêşengtiya jinan de her çû mezintir bû, îlhama xwe ya berxwedanê jî ji Rêber Apo girt.
Di nava şerê cîhanê yê sêyemîn de Rêber Apo yekane rêya hêviya azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e. Lewma hêzên mêtînger-qirker bi komployeke navneteweyî ya 15’ê Sibatê re di şexsê Rêber Apo de tinekirina vîn û hêviyên civakên berxwedêr kirin armanc. Ji ber vê yekê 15’ê Sibatê rojeke jixweber hatî hilbijartin nîne lewra di sala 1925’an de serhildana Şêx Seîd ku li hember pergala tevkuj serî rakir, ji bo gelê Kurd bû hêvî, rastî komployê hat. Rêber Apo jî bi têkoşîneke bêhempa di bingeha azadiya jinê de paradîgmaya civaka demokratîk û ekolojîk bi kedeke mezin bi pêş xist, yekîtiya gelan ava kir, bi vî awayî hedefên komplogeran vala derxist, çarenûsa ku ev sed sal e dihat tepisandin perçe perçe kir.
Di salvegera 26’emîn ya komployê de ango di sedsaliya serhildana Şêx Seîd de, Rêber Apo got; ‘Ez xwedî wê hêza teorî û pratîkê de me ku vê pêvajoyê ji rewşa pevçûn û şîdetê bînim zemîna siyasî û hiqûqî.’ Ango bi sala 2025’an re Rêber Apo li hember hemû komployên ku ji bo qirkirina gelê Kurd hatiye pêş xistin û tê pêş xistin bi gaveke dîrokî, bi pêngaveke azadiyê ve têk dibe, bi vê re jî hêviya gelan û jinan bigihîne serketinê. Li gel vê Paradîgmaya Rêber Apo di asta kûrewî de gihîşt zaferê, taybet Pêngava Azadiya Rêber Apo di asta gelên cîhanî de, di pêşengtiya jinan de piştgiriyeke girîng girt. Ev sekn û xwedîderketin nîşan dide ku êdî ti komplo nikare vê derketina hêza birdozî û paradîgmaya Neteweya Demokratîk têk bibe. Rêber Apo, bi helwest û sekna xwe vcardin nîşan da ku, di vê serdema dîrokî de şansê gelê Kurd û gelan ê azadiyê ji her demê bêhtir mezintir e. Lewma îro ji bo me jinan û taybetî ji bo Tevgera Azadiya Jin xwedîderketina van destkftiyan misogeriya azadiya hemû jinan e. Em wek Artêşa Jinan ji her demê bêhtir xwedî hêvî û baweriyên mezin ên serketinê ne. Em bi bawer in ku roja reş di serî de bi berxwedana mezin a Rêber Apo û bi baweriya mezin a jinan ku li dora paradîgmaya Rêber Apo digihîn hevdu re were ronî kirin, ev jî bi xwe re serdemên ronak û azad bîne.
Em wek artêşa Star hêza xwe ji Rêberê xwe digrin. Di vê bingehê de derveyî jiyana azad a bi Rêber Apo re em ê ti rêyeke din qebûl nekin li beramberî wê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di bingeha azadiya Rêber Apo de siyaseta qirker ya sedsalî tine bikin. Li hember hêzên komploger emê wek ASYA Û ROJGERAN bibin xwedî helwest û heta zaferê, em ê her di têkoşînê de bi israr bin.
Pêngava Rêber Apo a li dijî hêzên mêtînger û qirker di jiyana azad de israr e. Lewma ji bo jinan jî yekane rêya xilasiyê ye. Rêber Apo, rêya gihîştina xwebûn û azadiyê ji bo me pêkan kir. Bi paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin ve înşaya Netewa Demokratîk dest nîşan kir lewra civak bi vê pergalê re dikare xwe ji êrîşên pir alî biparêze. Ji ber vê em wek jinên têkoşer ku îlhama xwe ya têkoşînê ji Rêber Apo digrin di wê ferqê de ne ku encax bi têkoşîna parastina cewherî re dikarin sedsala 21’emîn bikin selsala azadiya jin her wiha sela têk birina komployê. Ev jî serî de bi azadiya Rêber Apo ve gengaz e. Wek artêşa Jin YJA STAR emê ji bo pêkanîna vê armancê di xeta azadiya jin de têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin, lewra em hebûna xwe, xwebûna xwe di Rêber Apo de dibinin. Ji ber vê emê hewldan û kedên Rêber Apo ya ji bo azadiya jin daye-dide, bi encama serkeftinê re tacîdar bikin.
Ruxmê gavên dîrokî yê Rêber Apo, dewleta Tirk dixwaze pergala tevkujiya gelê Kurd ku sed sal in di meriyetê de ye bibe encamê, ser bixe lewra êrîşên xwe bi dijwarî didomînin. Lê di encama hewldanên îdeolojîk, zanistî û dîrokî yê Rêber Apo têkoşîn tê bilind kirin û serkeftin tê misoger kirin. Di pêşengtiya jinan de li tevahiya cîhanê dirûşmeyên ‘JIN JIYAN AZADÎ’ bilind dibe lewra Rêber Apo, qeyranên ku mirovatî jiyan dike re tekana rêya çareseriyê dafirîne, hêviyên jiyanê di nava gelan de şîn dike. Ev di rastiyê de şoreşekî nû ya gelan û jinan e. Lewra paradîgmaya Rêber Apo li hember pergalên serdest hêz, moral û heyecana serkeftinê serî de jinan û civakan de ava dike. Ji ber vê şoreşa Rojava, sekna birûmet a gelê şerker ya Bakûr û Rojhilatê Surî, berxwedana gelê Kurd ya li her kolanekî Bakurê Kurdistanê de pêş dikeve nîşan dide ku hêviya azadiyê ya gelan ti carî venamire. Ev jî bi saya birdozî û paradîgmaya Rêber Apo de pêkan dibe, serî de jin û hemû pêkhateyên civakê hebûna xwe di nava vê pergala jiyana azad de dibînin. Lewma çawa ku sala 26’emîn ya komployê dawî dibe, em bibiryarin ku ev komploya rûreş û bêbext jî bidawî bikin. Em wek hêzên YJA STAR, bi bilind kirina têkoşîna azadiyê, xurt kirina rêxistinbûna xwe ve xwedî li kedên dîrokî yê Rêber Apo derbikevin û heta azadiya fîzîkî yê Rêber Apo emê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Çawa ku fermandara me Zîlan, jina qehreman Vîyan Soran, fedaiyên serdemê Sara, Ruken û Asyayan ji bo xwe gihandina Rêber Apo, ji bo hesap pirsîna komplogeran, xeta fedaitiyê gihandibin lûtkeyê emê jî di azadiya fizîkî yê Rêber Apo de bi israr bin.
Em wek artêşa YJA STAR û milîtanên Rêber Apo amade ne ku her pêngaveke ku Rêber Apo pêş bixe xwedî lê derbikevin û di vê oxirê de çi bê xwestin bi ruhekî fedaiyane pêk bînin.”