DIRBESIYÊ- Li Şehîdgeha Şehîd Ristem Cûdî ya Dirbêsiyê bi tevlîbûna hezaran kesî cenazeyê Endema Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo (Salîha Viyan) û endamê PYD’ê Dîlawer Erebo (Hogir Dirbêsiyê) bi merasîmeke heybet hatin veşartin.
Endema Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo (Salîha Viyan) û endamê PYD’ê Dîlawer Erebo (Hogir Dirbêsiyê) 27’ê Çileyê di encama êrişeke dewleta Tirk de li navçeya Ranya ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbûn.
Cenazeyên her du şehîdan 12’ê Sibatê di deriyê Sêmalka re gihaştin Qamişloyê û ji hêla gelê bajêr ve bi dirûşmên silavkirina berxwedanê û tilîliyên dayikan hatin pêşwazîkirin. Cenazeyên her du şehîdan ku ji sedan şêniyên Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa, Tirbespiyê û Til Hemîsê pêk dihat, bi dirûşmên “Bi can bi xwîn, em bi te re şehîd” ji Qamişloyê ber bi bajarê Dirbêsiyê ve bi rê ket.
Îro bi sedan şêniyên kantona Cizîrê û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyên endama kordînasyona kongreya Star Hêva El Erebo (Saliha Viyan) û endamê YPD`ê Dilawer El Erebo (Hogir Dirbêsiyê) li Şehîdgeha Şehîd Ristem Cûdî ya gundewarê Dirbêsiyê, hatin veşartin.
Di merasîma oxirkirinê de endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif her du şehîdan bibîr anî û ji malbatên wan re sebir û sersaxî xwest.
Yûsif got: “Têkoşer Saliha ji destpêkê heta şehadeta xwe cihê xwe di nava şoreşgeran de girt û li çar parçeyên Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd têkoşiya û sînorên ku ji aliyê welatên dagirker ve hatibûn çêkirin nebûn asteng ku têkoşîna xwe berdewam bike. Roleke mezin têkoşer Saliha di di şoreşa jin, jiyan, azadî de hebû, ji ber vê yekê ew mînaka jina û azadî û şoreşê ye. Her wiha Neteweya Deemokratîk têkoşiya, karîbû hemû pêkhateyan di bin banê biratiya gelan de kom bike”.
Endama Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif bal kişand ser fedekariya têkoşer Dilawer El Erebo û wiha got: “Rêheval Dilawer pêşengê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bû û ji bo gelê xwe û welatê xwe û ji bo parastina vê şoreşê xwe feda kir. Bi amadebûna gelê me û malbata Erebo ya têkoşer, em soz dikin ku rêya ku hevrêyên me Saliha û Dilawar dane destpêkirin wê bibe rêya me û ti kes nikare rê li ber me bigire. ”
Di dawiyê de endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Fewza Yûsif soz da û got: “Tu kes nikare ala şehîdan daxîne û heta ku têkoşerk di nav me de hebe ew al dê her bilind be, divê her kes zanibe ku em hemû têkoşer in, û mînaka herî baş jî berxwedana gelê me ya li bendava Tişrînê ye, em soz didin ku em ê Komara Sûryeya Demokratîk ava bikin”.
,