NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîneyên YCWK’ê yên Mêrsînê di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî, duh êvarê li Taxa Yenîpazar a Mêrsînê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Yekîneyên me polîsên Tirk ên faşîst ên dixwestin bikevin nava taxê, bi fîşekên hewayî û molotofkokteylan hedef girtin û pevçûn derket. Di encama pevçûnan de dagirker hatin şikandin. Em diyar dikin ku çalakiyên me wê bidomin û bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, çalakiyan lidar bixin.”