NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, em bi Rêber APO re azad bibin” Yekîneyên YCWK yên Wanê çalakiyên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûman li navenda Wanê didomînin.
YCWK’ê têkildarî çalakiya wan ev agahî da:
“Îro danê êvarê yekîneyên me daketin qadan û bi kevir, molotofkokteyl û fîşekên hewayî bi dagirkeran re pevçûn derketin. Em diyar dikin ku çalakiyên me yên li dijî darbeyê yên li dijî vîna gelê me wê berfirehtir bibin û bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku têkoşînê mezin bikin. Îro ne roja bendewariyê ye, îro roj roja hemû axên Kurdîstanê ji dijmin re kirina goristanê ye.”
Bijî Berxwedana Me ya Rewa
Bijî Serok APO”