NAVENDA NÛÇEYAN-Li Wanê li dijî îstismara îradeyê polîsan êrîşî gel kirin. Hat ragihandin ku di êrîşa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.
Çalakiyên ku li bajêr piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, dewam dikin. Çalakiyên ku ji duh ve bê navber dewam dikin, li hemû taxan belav bû, polîsan êrîşî gelê ku beriya daxuyaniya çapemeniyê ya ku dihat plankirin îro bê dayîn, kir. Hat ragihandin ku di êrîşa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.