NAVENDA NUÇEYAN- Li cihê ku hêzên komploger, Rêber APO radestî Tirkiyê kir, komplo hate şermezar kirin. Ciwanên ji çar aliyê parzemîna Afrîkayê bi taybetî ji Naîrobiya Kenyayê li dijî komploya 15’ê Şibatê çalakî hat lidarxistin.
Jin û ciwanên Kenyayê ku welatê wan di girtina Rêber APO de rol lîstiye, îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têdikoşin.
Ciwan li daristana ‘Baxçeyê Azadiyê’ ku ji bo ciwanên di rêya şehîdên azadiyê de şehîd ketine hatiye çêkirin, li hev kom bûn û weke sembola salên esareta Rêber APO li vir 26 dar çandin.
Piştî çandina daran ciwanên Kenyayî bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew hêvî dikin ku Rêber APO di zûtirîn dem de ji girtîgehê derkeve û Kurdistan azad bibe.
Ciwanan bi qîrîna dirûşmên “Ji Rêber Ocalan re azadî” û “Jin Jiyan Azadî” çalakiya xwe bi dawî kirin.