NAVENDA NUÇEYAN- Ji Pênûsa Endamê Federasyona Gaziyan Azadî Halepçe:
“Weke ku di dîrokê de hatiye tekez kirin ku di her serdemekê de, bûyerên ku mohra xwe li dîrokê dane hene û her wiha di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de; jî gelek berxwedanî û qehremaniyên mezin hatine jiyan kirin û bûne pênaseya wê serdemê. Ji berxwedana xelkê bajarê Qamişlo yê sala 2004 an bigire, dest û derkeve heyanî berxwedana bajarê mezin Helebê ya sala 2012’an ku di wê berxwedanê de: Dayika Gulê Selmo ya ku bedena xwe ji zarokên xwe, yên şoreşger re kire mertal û bajarê Kobanê ji xeleka tenê ya bajarekî ji çend êl û eşîran derbas kir û civakî kir. Û bi berxwedana şervanên xwe yên çalakvan tirs û xofeke pir, mezin xiste dilê çeteyên DAIŞ’ê û xayînên bê koken û reh. Şêre jinên Kurd ji dost û dijminan re dane, tekez kirin ku serkrftin wê bi destê jina lêgerîna heqîqetê; were pêkanîn û ala azadiyê wê li baniyan biheje.
Ji xwe berxwedana bajarê Efrînê ya 58 rojan jî bû qiblegeha, berxwedanê û li pey wê jî berxwedana Girê Sipî û Serê Kaniyê ku bûn; kelehên berxwedanê û îro jî em berxwedana: Bendava Tişrînê ku navê wê yê manewî, bûye bendava şehîdan û bendava berxwedanê. Weke ku îro jî têye teyisandin ku li ser bendava Tişrînê şerê gelê şoreşgerî, têye kirin û mohra xwe li dîrokê dide û di tekoşîna xwe de gihaştiye lûtkeyê. Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Suryeyê ku dayik û bavên ku li kêleka, keç û kurên xwe yên şervanên YPJ ê û YPG ê; li berxwedidin û kêliyên dîrokî xêz dikin. Îro jî Cîhan tev şahidiya berxwedana destanwarî ya gelên, Bakur û Rojhilatê Suryeyê ku zêdetirî 2 heyvan bûrandiye dikin û bi berxwedana xwe tekez kirine ku tu hêz nikare; vîna wan bişkîne û çalakiya wan rawestîne.
Welatî bajar bi bajar û sazî bi sazî xwe bi rêxistin dikin û berê xwe, didin bendava şehîdan û nobedariya xwe dikin û bi kelecaneke; mezin şervanên YPJ ê û QSD ê silav dikin û dibêjin emê jî tevî, zarokên xwe li ser vê bendavê xwîna xwe birjînin û em bendavê bernadin. Ji heyva kanûnê ya sala 2024’an de xelkên herêmên, Bakur û Rojhilatê Suryeyê li bendava şehîdan tekoşîneke; pir xurt heye û zarokên wan jî yên bi xîret û namûs û şeref şerekî giran, li bendava Tişrînê û Qereqozaqê di meşînin. Û gelê Bakur û Rojhilatê Suryeyê jî şervanên xwe qet bi tenê, ne hiştine û her li kêleka wan mil bi mil berxwedaneke dîrokî xêz dikin. Xelkên herêmê her carê bi sedan dikevin ser rêka bendavê û bi rojan, li ber sir û seqema demsala zivistanî li berxwedidin û dibêjin ku; em ji mirinê imezintirin.
Weke ku dayikekê bi lêvkir û got ku em ji 7 salî heyanî heftê salî, emê her li ser piyan bin û li berxwe bidin heyanî ku em bendava xwe; ji çeteyên dewleta Tirk paqij bikin. Weke ku têye zanîn bendav li dijî xwezayê ne û em bi xwe jî mirovên ekolojîstin, lê weke ku têye dîtin ew neyarên gelan ku duhonî li ser singa xaka hêja bendav ji bo sudmendiya xwe; çêkirine û îro jî cardin dijminên gelan: Hewildidin ku bendavê xerab bikin û bi sedan gundewarên herêma, Firatê û herêma Dêrezorê dibin avê de bihêlin. Di 28’ê çileyê de jî xelkên bajarê Hesekê tevî gaziyên şer yên, fedrasyona gaziyan bi kelecaneke mezin û bi tilîliyên dayikan û bi çepik û halan; berê xwe dan bendava rumetê. Û her ciyê ku kerwanê gel têre derbas dibûn, bi kelecan û siloxanên jin û ciwanan dihatin pêşwazî kirin.
Lê dema ku kerwanê gel bi rêkê de diçû û nêzî bendavê bû, dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wan yên tundrew xwe li hemberî; çalakiya gel û helwesta wan ya mirovî ranegirtin û bi top û lêdana belafirên xwe yên xwe kujiyênê, gel kirin hedef û lêdan ku di encama wê lêdanê de şehîd û birîndar çêbûn. Ji xwe di destpêka derketina rêkê de gel ferq dike ku, gelek wesayitên gel yên ku çeteyên Tirkan beriya niha li wan daye ku li; qiraxa rêka bendavê bûn. Û vê dîdarê jî hêrsa kerwanê gel hîn zêdetir kir û bi wê hêrsê, berê xwe dan bendava şehîdan û dengê xwe bilindtir kirin û gotin ku; şehîd namirin, bijî Rêber Apo û bimire çeteyên dewleta Tirk yên tundrew. Ji xwe weke ku me di serî de jî qala wê kir û got ku dema kerwanê, gel nêzî bendavê bû hema berê xwedan gel û ew topbaran kirin; ku di nava sivîlan de şehîd û birîndar çêbûn.
Lê bi rastî weke ku hate dîtin vîna gel gelekî xurt bû û tevî ku, ewqase şehîd û birîndar bi lêdan çeteyan jî çavê gel netirsiya û berevajî wê; kîn û nifreta xwe ya mezin li hemberî dijminê faşîst û çeteyên wan yên dirinde hate çêkirin. Ji xwe piştî wê jî bi armanca çav tirsandina gel her bi awayekî, dorveger li gel didan û ji bo ku çalakiya wan bidin; rawestandin her li wan û dorûberê wan didan lê gel qet ranewestiyan û her bi dîlan û halana xwe ji dijmin re meydan di xwendin. Û gelê Bakur û Rojhilatê Suryeyê siloxan davêtin û di gotin:“Rojbaş QSD û YPJ!” Û bi dirûşma, “Berxwedan jiyan e, bijî berxwedana YPJ û QSD’ê” û bertekên xwe li hemberî, bombebarana dewleta Tirk û çeteyên wê bertekên xwe yên; tund didan nîşandan.
Bi rastî jî me bi serê çavê xwe jî dît ku welatî tevî sir û seqema demsala zivistanî, jî qet gav bi paşde navêtin û her di berxwedanê de îsrar dikirin û digotin; bimre desthilatdarî û dewlet netewa wê ya faşîst. Ji xwe tişta ku li ser bendavê bala me kişand jî ew bû ku, gaziyên şer jî beşdarî nobedariya berxwedanê dibin û bi kelecaneke pir mezin peyam didan; dewleta Tirk û çeteyên wî yên hov û êrîşkar. Cardin jî gaziyên şer yên Fedrasyona gaziyan ya Bakur û Rojhilatê Suryeyê, li ser bendava Tişrînê ya rumetê, bi daxwiyaniyekê ji raya giştî re daxwiyanî dan û gotin ku em amadene ku beşdarî; şer jî bibin û her çi ji wan têye xwestin ji bo parastina welat û herêmê, jêre hazirin û fedayîne. Ji xwe beriya vê komê jî bi her qafîleyekê re gaziyên şer, yên fedayî hene û her ji gel re bûne ciyê manewiyat û kelecana tekoşîn û berxwedanê.
Weke ku têye dîtin ji roja yekem û heyanî roja me ya îro jî xelkên, Bakur û Rojhilatê Suryeyê bi vîneke pir mezin li berxwedidin û canê xwe dikine destê xwe û berê xwe; didin bendava îehîdan ji bo parastina xak, av û çavkaniyên xwe yên jiyanê. Gelek şehadet û birîndariyên welatiyan li ser bendavê hate çêkirin û xelkên herêmê, dan tekez kirin ku bi dil, can û bedena xwe li kêleka keç û kurdên xwe; yên fermandar û şervanên YPJ ê û QSD ê ne û wê heyanî dawiyê di çalakiya xwe de îsrar bikin. Bi rastî mirov li beramberî tekoşîn û berxwedana welatiyên, wêrek û fedayî matmayî di mîne û tekez ev helwesta wan ya dîlawer ji bîr û baweriya bi paradîgma; Rêber Apo ku 50 salin ji bo wê paradîgma civaka demokratîk, ekolojîk û li ser bingeha azadiya jinê; tekoşîn dike û hîna jî wê tekoşîna xwe berdewam dike.
Bi rastî mirov bi şehadet û birîndariya welatiyan gelekî, xemgîn dibe û bi taybet jî şehadeta her du hevjîninên ku zaroka xwe ya biçûk; li şûna xwe bê dayik û bav hiştin. Dijminê gelê Kurd gelekî bê wijdane û pîvanên mirovahîye û weke ku, gelê Kurd ne weke tu gelîye dijminê wan jî ne weke dijminê tu kesiye. Lê tişta herî giring jî ewe ku gelê Kurd xwe naskiriye û biryara xwe ya, tekoşînê daye û yan wê bi serkeve, yan wê bi serkeve. Bi vê mebestê careke din jî ez çalakî û geşedana gelên Bakur û Rojhilatê Suryeyê, silav dikim û dibêjim bijî ji we û vîna; we ya ji pola re. Cardin ez ji malbatên şehîdan re sersaxî dibmjim û ji birîndaran re, jî şîfaya lezgîn hêvîdikim û dibêjim ku emê tola we rakin ji dijmin û xayînan.”