NAVENDA NÛÇEYAN – Herî dawî ciwanên Kurd û yên navneteweyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşek li dar xistin ku li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê dest pê kir û li Freîbûrgê bi dawî bû. Weke ajansa Nûçe Ciwan me ji ciwanan xwest ku Meşa Dirêj bi yek hevokê vebêjin. Em fikrên ciwanan ên der barê meşê de bi we re parve dikin.
1. Meşa dirêj ji bo me gavekî bi biryar a azadiyê bû; Me bi her gavekî bawerî û hêviya xwe mezin kir.
2. Meşa azadiyê ne tenê ji bo azadiya Rêber APO, di şexsê wî de ji bo azadiya hemû gelan bû berxwedan.
.
3. Meşa direj li hember zulmê hêviyek bû; bawerî û hevgirtina ciwanan nîşan da.
4. Di vê meşê de hat gotin ku ji bo me ciwanan azadî ne tenê daxwazek e, mafekî neçarî ye.
5. Meşa dirêj bû sembola îradeya me ya ku li gel tundî û zordariya polîsan jî paşve gav neavêjin.
6. Meşa azadiyê îfadeya bawerî û hêviya me ya li cîhana azad a sibê bû.
7. Meşa Dirêj rêyan derbas kir û nîşan da ku fikir û berxwedan sînoran nas nake.
8. Ev meş bû îspata ku azadiya yek kesî ji bo azadiya hemû gelan çiqas girîng e.
9. Meşa dirêj hêviyên me, baweriya me bi sibê û hevgirtina me zêde kir.
10. Meşa azadiyê em li dijî zilmê bi hêztir û bi biryartir kir.
11. Meşa Dirêj ne tenê meş bû, îfadeya dervayî sînor a baweriya me ya bi azadî û edaletê bû.
12. Vê meşê nîşan da ku hevgirtin sînoran nas nake û gerdûnîbûna têkoşîna azadiyê.
13. Meşa dirêj bû dengek bi hêz ji bo banga aştî û edaletê ji bo ciwanan.
14. Meşa azadiyê têkoşînek bû ku nîşan da ku li gel hemû zextan jî hêviyek çawa hate zindî kirin.
15. Meşa Dirêj bû mînakek şênber ku dema mirov di rêya azadiyê de bibin yek.
16. Ev meş rêwitiya ku bi her pêngavê berxwedan, hêvî û azadî mezin dibû.
17. Meşa dirêj li dijî bêdengiyê pêngava herî bi deng û bi hêvî bû.
18. Meşa azadiyê bi awayekî zelal îradeya xwerêveberiyê ya ciwanan bû.
19. Meşa direj agirê azadiyê bû li hember bêhêvîtiyê pêxist.
20. Ev meş sefereke azadiyê bû ku di rê de bawerî, hêvî û hevgirtin mezin bû.