NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, em bi Rêber APO re azad bibin” Yekîneyên YCWK Wan çalakiyên xwe yên li dijî darbeya qeyûm a li dijî vîna gel didomînin. Vê êvarê di navbera endamên yekîneyê yên ku li taxên Kalecik û Altintepe yên Wanê daketin kolanan û polîsên dagirker de pevçûn derket. Ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî li dagirkeran xistin, ji bo ku dagirker nekevin taxan agir pêxistin û barîkat danîn.
Ciwanan diyar kirin, “Heta encam negirin em ê ji qadan venekişin û em bang li her kesî dikin ku berxwedanê mezin bikin.”