NAVENDA NÛÇEYAN- MAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan di 19’ê Sibatê de li qada Şehîd Rojhat a navçeya Licê ya Amedê li dijî kamerayên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine.
Amûrên teknîkî yên ku li herêmên gerîla yên li bejahiya gundê Zera bi cih bûne, ji aliyê milîsên MAK ve hatin tesbîtkirin û hat hedef kirin. Endamên milîsê diyar kirin ku di encama çalakiyê de 1 kamera, 1 senora tevgerê û 1 panela enerjiya rojê ku ji bo sînordarkirin û ji holê rakirina tevgera gerîlayên azadiyê hatibûn avakirin, hatine rûxandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em bang li milîtanên xwe yên azadiyê yên Kurdistanê û gelê xwe yê welatparêz dikin ku li dijî dagirkerî û hêzên qirker li ber xwe bidin, bi gerîlayên azadiyê re bibin yek û balê bikişînin ser serketinê.”