NAVENDA NUÇEYAN – Endama Meclîsa Partiyê ya DEM’ê û endama Koordînasyona Jinên Ciwan Senem Erîş hat binçavkirin.
Endama Meclisa Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) û endama Koordînasyona Jinên Ciwan Senem Erîş hat binçavkirin. Hate hînbûn ku Senem Erîş a li navçeya Kadikoya Stenbolê hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Parêzgeha Stenbolê. Sedema binçavkirina Senem Erîş nehat hînbûn, hat diyarkirin ku dê sibê îfadeya wê bê girtin.