NAVENDA NÛÇEYAN- Hate zanîn ku kolberekê ciwan li sînorê Newsûd ji aliyê hêzên çekdar yên rejîma Îranê ve hate birîndarkirin.
Li gor nûçeya Kolber News’ê, hate ragihandin ku kolberekê ciwan yê binavê Hêza Şîrî (17) li sînorê Newsûd ji aliyê hêzên çekdar yên rejîma Îranê ve bi gulebarankirina rasterast hate birîndarkirin. Her wisa ragihand ku hêzên rejîmê di wê kêliyê de gelek kolber rasterast gulebaran kirine lê tenê Hêja Şîrî birîndar bûye.
Kolber News’ê eşkere kir ku di sala 2024’ê de 345 kolberên Kurd li herêmên Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin yan jî birîndarkirin.