NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê li ser navê şehîd Hogir Nûhat, ji bo xwendekarên zanîngeh û dibistanan Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewreyekî perwerde yê bîrdozî a Akademiya Şehîd Şahîn Cûdî, vekirin. Dewre bi beşdarbûna 30 xwendekaran wê nêzî deh rojan berdewam bike
Di perwerdeyê de ders û semînerên cûr bi cûr li ser esasê paradîgmayê Konfederalîzma Demokratîk a Rêber APO tên dayîn. Di perwerde de şewazên cûr bi cûr tên bikaranîn weke pêşbirkên zanistî, şano û amadekirina semîneran ji aliyê xwendekaran bi xwe.
Her wiha, hedefa Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ê avakina xwendekarên bi zanist ên ku xizmetê gelê xwe dikin, ji gel re pêşengtî bikin û jibo avakirina civakekî azad rol û misyonekî girîng bilîzin.
Di dawiya dewre de jî rêziknameya Yekîtiya Xwendekaran wê were xwendin û nîqaş kirin.
Berdefka giştî ya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Jînda Mihemed, ku di rêveberiya dewre de cih digire, derbarê dewre û hedefên wê de ji ajansa me re axivî. Jînda diyar kir ku armancê perwerde pêşxistina xwendekaran di milê zanebûnê dîrokî û naskirina kesayeta xwe de da ku bibin xwendekarên welatparêz ên ku xizmetê gelê xwe bikin.