TİŞRÎN – Li bendava berxwedanê ya Tişrînê gel li ber xwe dide, tevî ku balafirên şer derdora bendavê bomberdûman dike. Berxwedana Bendava Tişrînê roja xwe ya 45’an li pey xwe hişt. Gelên ku berxwedan didomînin meşek meşaleyî li dar xistin.
Di meşê de bi meşaleyan dirûşmên “Bijî berxwedana Tişrîn” û “Bijî berxwedana QSD’ê” hatin berzkirin. Piştî meşê şahiyek hat lidarxistin. Gel li qadê agir pêxist û li dora agir govend gerand.