NAVENDA NUÇEYAN- Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine wergirtin, li deverên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de yek jê jin, 9 kes ji aliyê komên çekdar ve, ji ber pevçûn an jî teqandina mayînan hatine kuştin.
Hate diyarkirin ku li taxa Kerem Horanî ya bajarê Hemayê ciwanekî ji ber nakokiyên di navbera wan de, ciwanekî din bi kêrê kuşt.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li kampa Qeterî ya gundê Şemarîn ê bakurê Helebê jinek bi fîşekên hewayî ji aliyê birayê xwe hat qetilkirin. Li herêma Remila başûr a bajarê Laziqiyê jî 2 ciwan bi hev ketin, di encamê de yek ji wan hat kuştin.
Hate zanîn ku li herêma Beşrî ya li rojhilatê Reqayê 2 kes ji ber teqîna mayinên bermahiyên şer hatin kuştin. Li bejahiya Dêrazorê jî 2 kes deman kîvark berhev dikirin, mayin bi wan ve teqiya û jiyana xwe ji dest da. Li gundê Cenîn ê Derayê jî kesekî 40 salî ji ber teqîna mayinekê jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Fitêra yê li başûrê bajarê Idlibê endamekî tîmên rakirina mayinan ên girêdayî desthilata Şamê, dema karê xwe dikir, mayin pê ve teqiya û jiyana xwe ji dest da.