NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek bi dijwarî Binarê Qendîlê bombebaran kir.
Di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek bi dijwarî Binarê Qendîlê bombebaran dike. Heman demê gelek caran balafirên şer bi nizmî li ser Binarê Qendîl û Pişderê geriyan.
Çavkaniyekê ji Binarê Qendîlê agahî da Rojnewsê û anî ziman ku bi dijwarî Binarê Qendîlê tê bombebarankirin. Çavkaniyê ragihand ku ji ber dijwariya êrişê nayê zanîn bê heta niha çend dever hatine bombebarankirin.
Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm ji Rojnewsê re axivî, diyar kir ku di heman demê de balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê digerin. Şaredar diyar kir ku vê tevgerê tirs xistiye nava gundiyên herêmê.
Li aliyê din balafirên şer bi nizmî li ser esmanên Pişderê jî digerin.
Hêjayî bibîrxistinê ye 12’ê Sibatê balafirên şer çiyayê Binarê Qendîlê bombebaran kiribû. Dîsa rojane deverên din ên Herêma Başûrê Kurdistanê tê bombebarankirin. Welatiyên sivîl dibin hedef û şehîd dibin. Bax û baxçeyên welatiyan tên şewitandin.