NAVENDA NÛÇEYAN- HBDH (Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan) da zanîn ku 20’ê Sibatê nîvê şevê milîsên Taylan Demircioglu, li Îzmît a Korfezê qadeke ku tê de tiryak tê bikaranîn û firotin hatiye şewitandin û di çalakiyê de qad hatiye îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Şoreşger wê li kêleka gel û li dijî çeteyan têkoşîna xwe her tim bidomînin.”
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Milîsên HBDH Taylan Demircioğlu;
20ê Sibatê nîvê şevê li bajarê Korfezê yê Îzmîtê qadeke ku tê de tiryak tê bikaranîn û firotana wan hatiye tespîtkirin ji aliyê milîsên me ve hatiye şewitandin. Qada ku gelê herêmê ev demeke dirêj gazincên wê dikirin, di çalakiya hêzên me de hate rûxandin.
Şoreşger wê li kêleka gel û li dijî çeteyan têkoşîna xwe her dem bidomînin.
Em çeteyên ku li taxên xizan û şoreşger tiryakê bi kar tînin û difiroşin hişyar dikin: Yên ku di dawiya van karên qirêj ên dewletê de winda dikin zarokên feqîran in. Armanca vê fermana faşîst ew e ku zarokên gelê me yê xizan ên di bin çerxên îstîsmarê de tên perçiqandin, bi madeyên hişbir jehrî bike û wan ji malbat, civak û têkoşîna şoreşgerî dûr bixe. Li dijî lîstikên qirêj ên dewletê, em ê ciwanên taxên xwe li hemberî bazirganên di bin kontrola dewletê de biparêzin û ji bo wan bikin leşkerên têkoşîna mafdar a gel, em ê têbikoşin. Her kesê ku bixwaze li taxên me firotin û bikaranîna narkotîkê pêş bixe, wê ji aliyê milîsên me ve were cezakirin.
Bi taybetî em bang li malbatên xwe yên xwedî kevneşopiya welatparêzî-şoreşgeriyê dikin ku li hemberî şebekeya tiryakê ya ku hewl tê dayîn li taxên me serdest bibe hişyar bin û zarokên xwe ber bi têkoşîna şoreşgerî ve bibin.
Bijî HBDH!
Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin.”