NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên MAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 23’ê Sibatê saet 23:30’an de li Taxa Baglarê ya Elîhê li dijî polîsên Tirk ên dagirker êrîşeke bombeyî pêk anîne. Milîsên li ser karwanê wesayîtên zirxî yên dagirkeran kemîn danî û bi bombeyên destan bi bandor li dagirkeran xistin.
Daxuyanî wiha ye:
“Milîsên MAK’ê li Êlihê li dijî polîsên Tirk ên dagirker êrîşeke bombeyî pêk anî û gelek dagirker birîndar bûn.
Roja 23’ê Sibatê saet 23.30’an de li taxa Baglar a Êlihê ji aliyê milîsên me ve çalakiyek bombeyî li dijî polîsên artêşa Tirk a dagirker hatiye lidarxistin. Milîsên me li konvoya wesayitên zirxî yên dagirkeran kemîn dan û bi bombeyên destan bi awayekî bandor li dagirkeran xistin. Di encama teqînên dijwar ên ku di çalakiyê de rû dan de, wesayiteke zirxî derbeke giran xwar û gelek polîsên Tirk ên dagirker birîndar bûn. Kesên birîndar bi ekîbên teqwiyeyê û ambulansên ku hatin cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê. Milîsên me piştî çalakiyê bi saxî ji qadê vekişiyan.
Bi vê çalakiyê em 3 gerîlayên azadiyê yên di 21’ê Sibatê de li herêma Amadiyê di kemîna xiyanetê de şehîd bûne bi bîr tînin. Çalakiya me ji bo bersivdayîna vê êrîşa hovane pêk hat.”