NAVENDA NUÇEYAN- Cîgira Serokê Koma DEM’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku wê di nava çend rojan de hevdîtina Îmraliyê pêk were û got, “Piştî vê hevdîtinê wê bernameya banga dîrokî ya bi Birêz Ocalan re bê kirin, bê diyarkirin.”
Cîgira Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Gulîstan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de der barê sêyemîn hevdîtina Îmraliyê de hin agahî parve kir.
Gulîstan Kiliç Koçyîgît got, “Şanda me wê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê. Em li bendê ne ku îro yan sibe serlêdanên pêwîst bên kirin. Amadekarî diqewimin. Di serdana Îmraliyê de wê der barê serdanên li Başûrê Kurdistanê û nîqaşên hatine kirin de agahî ji Birêz Ocalan re bê ragihandin. Piştî vê hevdîtina dîrokî wê bernameya Ocalan bê kirin.”
Agahiyên berfireh tên…