NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Suriyê dewreyekî perwerdê ya Akademiya Şehîd Şahîn Cûdî li ser navê şehîd Hogir Nûhat li darxist. Dewre bi beşdarbûna 30 xwendekarên zanîngeh û dibistanan hefteyekê berdewam kir.
Di perwerdê de waneyên cur bi cur li ser bingehên ramanên Rêber Apo hatin dayin. Her wiha, gelek guftugo derbarê rêxistinkirina xwendekaran û hedefê Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz hatin meşandin. Pêvajoyê siyasî û leşkerî yê herêmê û bersiva pêwîst jî hat destgirtin.
Di dawiya perwerdê de ji bo nîşandana encamên wê moralek hat li darxistin. Bi amadebûna malbata şehîd Hogir Nûhat û gelek mêvanan, xwendekaran şano û stiranên welatparêz pêşkêş kirin. Her wiha hûnermendên ji derva jî hûnera xwe pêşkêş kirin. Li ser navê malbata şehîd Hogir axaftinek hat kirin. Tê de hat diyarkirin kû têkoşîna şehîd Hogir di rûhê xwendekarên welatparêz de berdewam e.