BASEL – Li bajarê Basel ê Swîsreyê êrîşên Tirkiye û komên wê yên SMO yên li dijî Rojava hatin protestokirin. Di meşa ku bi pêşengiya Komîteya Rojava hat lidarxistin de gelek Kurdistanî û aktivist amade bûn. Çalakger ji bo şikandina bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên li ser îradeya gel a li Rojava û piştgirîdayîna berxwedanê daketin qadan.
Di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Zap, Avaşîn, Metîna Berxwedana Gerîla” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Meş ji Marktplatz a yek ji nuqteyên navendî yên bajêr destpê kir, li Matthäuskirchplatzê bi dawî bû.
Çalakgeran destnîşan kirin ku Rojava qada jiyana hevpar a gelan e û êrîşên li ser wê ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû têkoşînên azadiyê ye. Di axaftinan de hate gotin ku operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li herêmê îradeya gelan hedef digire, lê berxwedana li Rojava wê li hemberî van êrîşan bidome.
Nûnerên Komîteya Rojava di daxuyaniya xwe de gotin, “Rojava ne tenê erdnîgariyek e, hêviya gelan a azadiyê ye. Em ê li her derê li dijî hêzên ku dixwazin şoreşê li vir bifetisînin têkoşînê mezin bikin.”
Çalakî bi peyamên hevgirtinê û tekezkirina biryardariyê bi dawî bû.