NAVENDA NÛÇEYAN- Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêberê APO re ber bi Girtîgeha Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Wê banga dîrokî ya Rêber Apo ji bilî Amed û Wanê, wê li Parka Azadî ya li Silêmaniyê jî bi rêya ekranê mezin were nîşandan.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk tê, ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêber APO re ber bi Girtîgeha Girava Îmraliyê ve bi rê ket.
Heyet dê piştî hevdîtinê di saet 17:00’an de li Stenbolê daxuyanî bide. Heyet di daxuyaniyê de wê banga Rêber APO ragihîne.
Daxuyanî bi zindî û di ekrana mezin de wê were parvekirin
Ji bo banga dîrokî wê li Amed û Wanê û gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê ekranên mezin werin danîn û daxuyanî bi zindî were dayîn.
Li Başûrê Kurdistanê jî wê ev banga dîrokî ya Rêber APO di saet 17:00’an de li Parka Azadî ya li Silêmaniyê bi rêya ekranê mezin were nîşandan.