STENBOL – Heyeta Îmraliyê ku danê sibehê bi Onder APO re hevdîtin pêk anî, bi dirûşma “Bijî Rêber APO” li ber otela ku wê daxuyanî bê dayîn, hat pêşwazîkirin.
Îro sêyemîn hevdîtina bi Rêber APO re pêk hat. Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol ên di Heyeta Îmraliyê de bûn, piştî hevdîtinê ji giravê vegeriyan.
Heyet gihişt Otela Elit World ku wê daxuyanî bê dayîn. Kesên ku li ber otêlê rawestiyan bi dirûşmeya “Bijî Serok APO” pêşwazî li heyetê kirin.
Pervîn Buldan wê banga dîrokî ya Rêber APO ya Tirkî û ya Kurdî jî Ahmet Turk wê bixwîne.