NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, em bi Rêber APO re azad bibin” Yekîneyên YCWK’ê yên Stenbolê diyar kirin ku duh bi şev li Arnavutkoya Stenbolê kargehek şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dema ku li beşa depoyê ya kargeha ku hedefa yekîneyên me bû teqîn pêk hatin, kargeh şewitî û ji kar nehat. Ev çalakî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk hat. Çalakiyên me wê berfirehtir bibin. Em bang li her kesî dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were, berxwedanê mezin bikin.”