NAVENDA NÛÇEYAN – Banga dîrokî ya Rêber APO hem di çapemeniya Tirk û hem jî di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt. Dema ku nivîsa kurdî dihat xwendin hin kanalên çapemeniya tirk weşanên xwe qut kirin. NTV jî yek ji wan kanalên ku weşanên xwe qut dikir bû.
Daxuyaniya nivîskî ya ku Rêber APO ji Îmraliyê şandibû destpêkê bi Kurdî û piştre bi Tirkî hate xwendin. Nivîsa Kurdî ji aliyê Ahmet Turk ve hat xwendin.
Rojnameyan jî îro banga Rêber APO kirin manşeta xwe. Lê belê rojnameyên nêzî hikûmetê banga aştî û civaka demokratîk a Rêber APO guh nedan û zêdetir li ser rojeva “çekberdanê” rawestiyan.
Banga dîrokî ya Rêber APO di çapemeniya cîhanê de jî cihek berfireh girt. The Guardian got ku banga Rêber APO “nîşana aştiyeke nazik” e.
Di rojeva rojnameyên Erebî yên vê sibehê de banga dîrokî ya aştî û civaka demokratîk a Rêber APO hate kirin.
Reuters banga Rêber APO wekî “tevgereke ku dikare bandorên siyasî û ewlekarî yên mezin li herêmê bike.”
The Middle East Eye nivîsî: “Di tevahiya vê pêvajoyê de Erdoğan di paşerojê de ma û hişt ku Bahçelî rîskên siyasî hilgire ser milê xwe.”